Jîna Emînî

Jîna Emînî (jdb.

20 tîrmeh 2000, Seqiz, Rojhilatê Kurdistanê – m. 16 îlon 2022, Tehran, Îran), bi zimanê farisî wekê Mehsa Emînî dihate naskirin, keçeke 22 salî ya kurd bû ku di 13ê îlona sala 2022an de ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve bi hinceta ku xwepêçana wê sererast û serûber nîne hatiye desteserkirin û ji aliyê heman hêzan ve di dema desteserkirin wê de hatiye îşkence kirin. Ji ber derbên dardestên heman polîsan ku li serê Jîna Emînî dikeve, di 19ê îlona sala 2022an de li Nexweşxaneya Kesrayê (Kasra) ku li ser kolana Alvend (Alvand) a li qada Arjentîn a Tehranê ye jiyana xwe ji dest daye.

Jîna Emînî
Jîna Emînî
Wêneyê Jîna Emînî di dema xwepêşandanên li bajarê Melbourne a Awistralyayê.
Jidayikbûn22ê tîrmeha 2000an
Mirin16ê îlona 2022an (22 salî)
Tehran, Îran
Sedema mirinêxwînrêja mejî
EsilKurd
Navê dinMehsa Emînî
HevwelatîÎran
biguhêreBelge

Jîna Emînî keçeke kurd e ku ji bajarê Seqiza Rojhilata Kurdistanê bû. Jîna di nav malbateke rewşenbîr de mezin bibû.

Bûyer

Desteserkirina wê

Jîna Emînî ji bo serlêdana xizmên xwe yên ku li Tehranê ne bi malbata xwe re diçe Tehranê.

Piştî çûyîna Tehranê, saet di 6ê piştî nîvroya roja sêşem a 13ê îlona 2022an de li nêzî rawestgeha metroya Şehîd Heqanî ya li ser rêya Şehîd Heqanî ya Tehranê dema ku Jîna li gel birayê xwe bû, ji aliyê hêzên bi navê "polêsên exlaqê" ji bo xwepêçana wê hate desteserkirin û ji bo şîretdayîn û fêrkariya xwepêçandanê, wê dibin navenda polêsan a li kolana Wuzera ya Tehranê.

Piştî birina wê ji bo navenda polêsan a ku li kolana Wuzera ya Tehranê ye, li gorî daxuyaniyên jinên ku di heman demê de bi Jîna Emînîyê re li navenda polêsên exlaqê bûne, Jîna Emînî ji aliyê heman hêzên ku ew desteser kirine bi awayekî giran hatiye derb kirin û serê wê dane ber batoman (dardestên polîsan). Ji ber derbên ku li serê Jîna Emînîyê dikeve, di êvara 13ê îlona 2022an piştî ku ji ber êşa serî bêhiş dibe, dikeve erdê, wê sewqê Nexweşxaneya Kesrayê dikin.

Malbata Emîniyê daye zanîn ku di dema girtina keça wan de alozî derketiye û rayedarên ewlehiyê li birayê wê xistine. Xalê Emîniyê anî ziman:

“Birayê Jîna Emînî li wir bû û dema xwest desteserkirin xwîşka xwe asteng bike, gaza rondikrêj li wî direşînin û li wî jî xistine.

Derbkirina ji aliyê polêsên Îranê ve

Jinên ku bi Jîna Emînî re hatine binçavkirin diyar kirine ku li hemberî sivikatî û heqareta ji aliyê polêsên ku ew girtinî, Jînayê li ber xwe daye û rastî derbên giran yên lêdanê hatiye.

Piştê du saetan agahî ji birayê wê re tê ku Jîna bi ambûlansê ji polîsxaneyê derxistine. Hatiye ragihandin ku Jîna ji aliyê polîsên Îranê ve hatiye derb kirin û ji ber derbên ku li serê wê ketiye û xwînrijîna mejî ya Jîna Emînî pêk hatiye. Birayê wê Kiyareş li ser û lingên Jîna Emînî birîn û şopên lêdanan dibîne.

Mirina wê

Jîna Emînî 
Dîmenek ji Nexweşxaneya Kesrayê ku Jîna Emînî lê jiyana xwe ji dest daye.

Hejmarek bijîjkan li ser bingehê nîşaneyên klînîkî ku di nav de xwînrijîna ji guh û birînên ku di bin çavan de heye ragihandin ku birînek mêjî ya Jîna Emînîyê heye. Tomografiya serê Jîna Emînîyê ku aliyê hacktivîstan ve ji komputerên nexweşxaneyê hatine derxistin, şikestinek hestî ya ser, hemorrajî û edema (perç) mejî nîşan dide.

Bavê wê Emcet Emînî diyar kiriye ku di dema teşxîsa keça wî de tenê rû û lingên keça wî nîşanê wî dane. Destûra ku li laşê Jînayê binêrin ka şopên birînan heye yan na, nedane malbata wê. Bavê wê di axaftina xwe de tîne ziman ku li ling û rûyê Jîna Emînîyê birîn hebûn. Dema bavê wê ji nojdaran pirsa birînên ling û rûyê wê dike, bersiva "em ê lê binêrin we agahdar bikin" hildide. Heta niha rapora sedemên birînên li laşê Jîna Emînîyê ji aliyê rayedarên Îranê ve bi malbata wê re nehatiye parvekirin.

Jîna Emînî, piştî sê rojan di 16ê îlona sala 2022an de li Nexweşxaneya Kesrayê ku li ser kolana Alvend a li qada Arjentîn a Tehranê ye, jiyana xwe ji dest daye.

Xwepêşandanên li dijî kuştina wê

Jîna Emînî 
Dîmenek ji xwepêşandanên dijî kuştina Jîna Emînî, li ser rêya Kesawerz a Tehranê.

Xwepêşandanên li bajaran

Piştî mirina Jîna Emînî li bajarê wê, bajarê Seqizê jî ku di nav de ye li gelek bajaran xwepêşandan hatin lidarxistin. Di demên destpêkê de komek ji niştecihên Tehranê li nêzîkê Nexweşxaneya Kesrayê kombûn siloganên wekê "Bimre dîktator" "Polîsên exlaqê kujer in" "Kesên ku xwîşka min kuştiye ezê wê/wî bikujim" "Em bi xwîna te sond dixwin Mehsa, dê Îran azad bibe" "Xamineyî kujer e, desthilatdariya wî betal e" û "Zexta li ser jinan ji Kurdistanê heta Tehranê" anîn ziman. Piştî mirina Jîna Emînî roj bi roj xwepêşandan û meş li bajarên cuda zêdetir bûn û li seranserê Îranê belav bû.

Li ser medyaya civakî

Girtin, îşkencekirin û kuştina Jîna Emînî ji aliyê Polîsên Exlaqê ve li ser torên civakî bû sedema nerazîbûnan. Di vê demê de, hashtag #MahsaAmini bûye yek ji hashtagên herî tweetkirî yên tweetên farisî. Hejmara tweet û retweetên van hashtagan heta 9ê çirîya pêşîn a 2022an ji 200 milyonan derbastir bûn. Hinek hunermendên jin ên fars, kurd û hunermendên jin ji neteweyên cûda ji ber kuştina Jîna Emînî bi birîna porên xwe nerazîbûn û bertekên xwe nîşan dan.

Bertekên li dijî kuştina wê

Saziyên navneteweyî

  • Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li ser kuştina Jîna Emînî daxûyaniyek weşand. Di daxuyaniya xwe de dibêje ku “Şert û mercên ku bûne sedema mirina bi guman a jina ciwan Jîna Mehsa Emînî ya 22 salî, di nav de îdiayên îşkence û muameleya xerab a di qereqolê de, divê bi gumana ku sûc hene bêne lêkolînkirin.
  • Çavdêriya Mafên Mirovan: mirina Emînî bi “hovîtî” bi nav kir û nivîsî: “Rayedarên Îranê divê yasaya hicabê ya mecbûrî betal bikin û yasayên din ên ku jinan ji serxwebûn û mafên wan bêpar dike, rakin an sererast bikin.
  • Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Jîna Emînî qurbaniyeke din a şerê Komara Îslamî ya Îranê li dijî jinan da zanîn û daxwaz kir ku tundûtûjiya li dijî jinan di Îranê de bi tundî li hemû cîhanê were şermezarkirin ku rê li ber karesatên bi vê rengê bên girtin.
  • Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku divê îşkence û kuştina Jîna Emînî bi awayekî serbixwe bê lêkolînkirin.
  • Anonymous, amaje bi wê yekê kir ku çend malperên medyayî yên hikûmeta Îranê û yên girêdayî dewleta Îranê ji bo piştgirîkirina xwepêşanderan asteng kirine û vîdyoyek belav kir ku tê de piştevaniya komên ji xwepêşandanan re ligel dîmenên xwepêşandanan belav dike.

Daxuyaniyên siyasetmedaran

  • Cewaid Rehman, raporterê taybet ê Neteweyên Yekbûyî, xemgîniya xwe ji tevgerên Komara Îslamî ya Îranê nîşan da û got: Ev bûyer nîşana binpêkirina berfireh a mafên mirovan ê li Îranê ye.
  • Wezareta Karên Derve ya Fransayê îşkenceya ku bû sedema mirina Jîna Emînî şermezar kir.
  • Wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken kuştina di destê hêzên polis ên Îranê de şermezar kir û daxwaza rawestandina van kiryarên dewleta Îranê kir.
  • Karbidestên Yekîtiya Ewropayê mirina wê şermezar kirin. Josep Borell, berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) mirina wê "ne qebûlkirin" bi nav kir. Berdevkekî daxuyaniyek da û ragihand ku tişta ku li Jîna Emînî hatiye, nayê qebûlkirin û divê berpirsyarên vê kuştinê bên dîtin.
  • Serok Joe Biden di gotara salane ya rêberên cîhanê de li Neteweyên Yekgirtî di 21ê Îlona 2022an de, amaje bi rewşa jinan li Îranê kir û jibo mirina Jîna Emînî soza piştevaniya bi jinên Îranî re da.
  • Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Selahattin Demirtaş û hevserokê şaredarê bajarê mezin a Amedê Selçuk Mızraklı ku niha di girtîgehê de ne, jibo kuştina Jîna Emînî porên xwe kur kirin.

Çavkanî

Tags:

Jîna Emînî BûyerJîna Emînî Xwepêşandanên li dijî kuştina wêJîna Emînî Bertekên li dijî kuştina wêJîna Emînî ÇavkanîJîna EmînîKurdRojhilatê KurdistanêSeqizTehranZimanê farisîÎran

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

BrezîlGirê MirazanMeletîDîlokNarniMinneapolisHêlîpanHesen ŞerîfWan (parêzgeh)Zimanê kurdîWayback MachineBlogJoko WidodoDîrokTara MamedovaXelfetî (navçe)7ê sibatêGotinên pêşiyanTaizé, Saône-et-LoireEhmedê XanîÇepÇerxa Şoreşê (marş)Klavyeya kurdîPangeaAkif YılmazMakedonyaPleumeur-GautierArif ZêrevanSîbîryaErmenistanMisira kevnareTivîlkRivoliMilkiyeta giştîKastamonuKurdoBerxwedana KobaniyêNêrêîdMusa AnterKarolînaya BakurSerhedBratîslavaRavensburgDibistan2024FaşîzmÇûkê mirovDeryaya BeringQanatê KurdoAzad (rapvan)FransaTelekomunîkasyonHezroKendrick LamarOPMLRencber EzîzEleanor MatsuuraÎbrahîmAuxerreÊlihMuhemmedPatrick WhiteXelîl XemgînRobin WilliamsWîkîpediyaElind Hazim🡆 More