Çavdêriya Mafên Mirovan (bi îngilîzî: Human Rights Watch, bi kurtasî HRW), rêxistineke di sala 1978an de li bajarê New York a DYA hatiye danîn û yek ji rêxistinên navneteweyî ya mafên mirovan e.
Rêxistin li seranserê cîhanê dixebitê û raporên binpêkirina mafên mirovan amade dike. Di nav de binpêkirina mafên mirovan, destwerdanên li ser mafên kesane û helwestên neqanûnî li hemberê mirovan dişopîne û raporên di derbarê bûyeran de amade dike.
Rêxistin cara yekem bi navê Helsinki Watch (Peymana Helsînkî) di sala 1978an ji aliyê Robert L. Bernstein ve hate sazkirin. Armanca rêxistinê li gorî Peymana Helsînkî ku di sala 1975an de hatiye nivîsandin, lihevkirina Sovyeta berê bîne cîh. Helsinki Watch û komîteyên çevderîyên wê yên hevbeş ji bo avakirina Human Rights Whatch (Çavdêriya Mafên Mirovan) biryar dan û sazî sala 1988an de bi awayeke fermî hate avakirin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Çavdêriya Mafên Mirovan (rêxistin), which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.