Abdullah Kiran di sala 1965an de li Diyarbekirê (li gundê Duderya yê bajarokê Pasûrê) hat dinyayê.
Dibistana seretayî û navîn li Farqînê (1973-81), lîse (1981-84) li Licê xwend. Di sala 1986an de dest bi xwendina zanîngehê kir, li Zanîngeha Stembolê beşa felsefe, zimannasî û têkiliyên navneteweyî xwend û di sala 2000î de, bi teza xwe ya bi navê "Li Rojhilata Navîn Av" doktoraya xwe temam kir. Di salên 2004-2005an de li Zanîngeha Beykentê, di salên 2006-2009an de li Zanîngeha Amerîkî ya Kîprosê, di havîna 2013an de li Zanîngeha Bîlgiyê ders dane. Havîna 2011an, li Amerîka, li Zanîngeha Georgetownê wek akademîsyenê mêvan lêkolîn kiriye.
Abdullah Kiran | |
---|---|
Jidayikbûn | 1965 Duderya (gundeke Pasûrê) |
Bernav | Felat Dilgeş, Alan Merwanî |
Zimanê nivîsinê | Kurmancî û tirkî |
Netewe | Kurd |
Berhemên navdar | |
| |
biguhêre |
Bi nasnavên wek Felat Dilgeş, Alan Merwanî û hin nasnavên din, bi kurdî pirtûk, gotar û wergerên wî çap bûne; di gelek kovar û rojnameyên cihê de nivîsên wî derketine[çavkanî hewce ye]. Di sala 2002an de, di derxistina kovara edebî Gulistanê de roleke bingehî leyîstiye û wek gerînendeyê giştî yê kovarê xebitiye[çavkanî hewce ye]. Ji sala 2010an vir ve, li Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê, di beşên kurdî û siyasetnasiyê de dersê dide û serokê beşa têkiliyên navneteweyî ye. Ew bi zimanên kurdî, tirkî, farisî, îngilîzî; piçekê erebî û grekî dizane.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Abdullah Kiran, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.