Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts (bi inglîzî: Massachusetts Institute of Technology) an jî bi kurtasî MIT, zanîngeheke teknîk e ku li DYAyê di sînorên federedewleta Massachusetts de dimîne.
Bi taybetî ji ber ku di warên zanist, endezyarî û ekonomiyê de bi ser ketiye, pir tê nasîn. Di warê endezyarî û teknolojiyê de wek zanîngeha teknîk a herî baş a dinyayê tê qebûlkirin.Heta vê gavê di navbera xwendekar, destûrdar û endamên perwerdehî yên MITê de 72 kes xelata nobelê qezenc kirine û 15ê van xelatan di nav pênc salên dawî de hatine kesibandin. Di zanîngehê de 11.192 xwendekar û 998 personelên akademîk hene.
Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts | |
Cih | Cambridge,Massachusetts |
Hejmar | 11.301 |
Zimanê perwerdehiyê | Îngilîzî |
Dîrok | 1861 |
Cure | Taybet |
Rektor | L. Rafael Reif |
Malper | mit |
biguhêre |
MIT di sala 1861an de hate damezrandin û di sala 1865an de li navenda şarê Bostonê di avahiyeke bikirê de dest pê perwerdehiye bûye. Di sala 1916an de derbasê kampusa xwe ya anayîn ya ku li taxeya Cambridge de ye bû. Di sala 1900an de hate ramandin ku bi Zanîngeha Harvardê ya ku di heman bajar de ye bê tevîhevkirin. Lê destûrdarên (mezûn) MITê bizivîn û paşî jî ev pêşniyaz çê nebû.
Girîngiya zanîngehê bi taybetî di dema şerê cîhanî yê duyem de ji ber îcadên leşkerî û zanistî zêde bû.
MIT di nav xwe de wekî pênc fakulteyê ku xwediyê 26 beş e û bi kolejek dibe du beşek mezin.
Navenda World Wide Web Consortium di kampusa MITê de ye.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.