Endezyar (bi înglîzî engineer) karbendekî teknîk û diperise.
Cûrên endezyarîyê pirin. Hinek ji vana, endezyarên kareba yê, endezyarên avahî yê û hinek mînakên din. Endezyarî ji bo ku jiyana mirova hêsan bike û bi vî hawî wan dilşad bike heye. Her çiqasî endezyarî mîna pîşeyên ku ji bû mirovahiyê û cîhanê gelekî pêwîstin nînbe jî, qasî dîroka mirovahiyê kevne. Ji şikeftên ku di heyama(çağ) bestelekê(qeşayî) da hatine çêkirin heta balexaniyên rojane, ji dîtina karebayê heta amêr(cîhaz)ên nanoteknolojîk, ji îcadkirina giloverok(tekelek) heta makîneyên ku bi jîrayiya çêkirî dixebitin, ji projeyên makîneyên ku Îsmaîlê Cizîrî anjî Da Vîncî çêkiribû heta amrazên(hacet) fezayî û gelekî pêşketinên mîna vana bi tevahî newazeyên endezyariyê ne. Mirovên endezyar zanista matematîk û fizîkê tevî hev dikin û amêrên(cihaz) ku bi kêra mirovahiyê tên disêwirînin.
Di dirokêde beşa endezyariyê ya herî kevn endezyariya avahiyê ye. Rê û pir û kel û mal û çihên avdanê bi destên van endezyaran hatîne çêkirin. Beşa yekemîn ku digûhere û ji endezyarên avahiyê diqete endezyariya makîneyan e. Vana ji beriyê xwe zêdetir mekanîk û dînamîkê dixebitînin û roj bi roj ji avahiyên sekan(statîk) dûr dikevin. Pişt re endezyariya karebayê, endezyariya elektronîkê, endezyariya endustriyê û gelekî cureyên endezyariyê derketine holê û endezyarî zef pêş ket.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Endezyarî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.