Emily Elizabeth Dickinson (jdb.
10ê kanûna pêşîn a 1830an − m. 15ê gulana 1886an), helbestvana amerîkan e. Emily Dickinson li navçeya Massachusettsê, bajara Amherstê ji dayik bû. Malbata Dickinson bi çalakiyên polîtîk û perwerdehî re gelek navdar bûn. Bavê wê parêzer û li kolejeke herêmî berisgerek bû û ji aliyek din li Kongre da kar dikir. Diya Dickinson, a ku navê wê jî Emily bû, jinek xwînsar, gelek dîndar bû û karê wê kevanîtî bû. Diya wê zehf ji nexweşiyê giyanî kişand û bi piranî di depresyonê de bû. Dibe ku ji bandora ew nexweşiyê be, têkîliya wê bi qîza xwe gelek sar bû. Ew jî Dickinson di nameyeke xwe de wisa aniye ziman û digot ‘’Xwedî dayîkek qet nebûm.’’
Emily Dickinson | |
---|---|
Jidayikbûn | 10 kanûna pêşîn 1830 |
Mirin | 15 gulan 1886 Amherst |
Sedema mirinê | Bright's disease (Sedemên sirûştî) |
Cihê goristanê | Amherst West Cemetery |
Hevwelatî | Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê |
Perwerde | |
Pîşe | |
Bandorbar | |
Dê û bav | |
Xizm | |
Xelat | |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Dickinson li Akademiya Amherstê (1834-1847) û koleja Mount Holyoke (1847-1848) perwerdehiya xwe qedand. Dora 1850yî, ew dest bi pêk anîna helbestan kir, helbesta wê ya yekemîn di rojnameya Springfield Daily Republican de di sala 1852an de hatiye weşandin.
Stîla hewl û xebatên wê ya pêşî bi rêkî vetûrî bû lê salên bi ceribandinê pêşketinek bi vî karî bû xuyakirin. Bi piranî, bi awa kî lawij helbest nivîsand û helbestên wê li ser mijarên bawerî, bêdawîtî, xweza û giringiya malbatê bûn.
Ezmanek din heye Ezmanek din heye, — Emily E. Dickinson |
Ji îngilîzî wergêr: Baran Acis
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Emily Dickinson, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.