Deberan an α Tauri (Alpha Tauri) stêreka pirrmezin a 65 salên roniyê dûr di komstêra Ga (komstêr) de, ya di çembera bircan de, ye.
Bi qedra zahirîya 0,87 stêra herî geş a komstêrê ye û yek ji geştirîn stêrên esmên e. Ew di komstêrê de çavê ga yê sor pêk tîne. Navê wê, Deberan yan Aldeberan الدبران, ji zimanê erebî tê û ew tê mehneya şopîner. Ji ber ku ew wek Komika Sêwiyan teqîb dike xwiya dibe, hana binav bûye. Ew di pirtûka Avesta de wek Sedwîs derbas dibe.
Dîtîna Deberana di esmanê şevê de pirr hêsan e. Ew him yek ji stêrên herì geş e, him jî bi rênîşandana kemera oryonê ya di komstêra oryonê ew ew bi hêsanî tê dîtin. Dema merîv stêrên kemera oryonê bi hêla çep de ber ve hêla rastê (li nîvqada bakur, li nîvqada başûr berevajî) dewam bike, stêrka gêşa siftê ya merîv rast lê tê, deberan e.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Deberan, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.