Dalai Lama (bilêvkirina bi kurdî: Dalay Lama; bi mongolî tê wateya mamosteyê wekî okyanûsyayê, bi tîbetî: Gyalpo Rînpoxe) kesayetiya herî bilind û pîroz a bûdîstên Tîbetê ye.
Gorî baweriyê ev kesayetî nemir e û bi mirina berpirsiyaran re xwe dispêre bedena Dalai Lama yên nû. Ji vê baweriyê re reankarnasyon jî tê gotin.
Ev kevneşopî ji mongolan di sala 1578an de derbasî tîbetiyan dibe. Dalay Lamayê niha yê 14em e û navê wî yê rastîn Tenzin Gyatso ye. Wî di sala 1989an de li ser navê meqamê Dalay Lama Xelata Nobel a Aşitiyê wergirtiye.
Bi desthilatiya sosyalîst a Çînê re, Dalay Lama ji Tîbetê direve û li Hindistanê bicihdibe. Ji aliyekê ve wekî serokek an nirxek neteweyî yê Tîbetê jî tê zanîn. Ji ber wê gelek caran di qada neteweyî de dibe pirsgirêkek dîplomatîk. Çîn bi tundî li dijî çalakiyên Lama derdikeve û wî bi parvekirina axa Tîbetê ji Çînê tewanbardike. Welatên rojava jî wî carcaran li dijî Çînê wekî argûmanekî psîkolojîk bikartînin[çavkanî hewce ye].
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Dalai Lama, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.