Bajar-welat ew herêm in ko bi tivavî ji aliyê bajêrekî ve dihên rêvebirên û bi giştî serwrî ya xwe ya sîyasî heye.
Bi awayekê dîrokî, bajar-welat ser bi deverên ferhengî yên mezintir yên mîna Yewnana Kevnar, Aztek û Maya û bajêr-welatên Îtalya ya Rênêsansê bûne.
Bajar-welat | |
---|---|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Bajar-welat di zemanên berê da mişetir bûne. Herçind e ko wan serwerî ya xwe hebûye jî, lê gelek caran di hevalbendî yên fermî û nefermî da li bin serwerî ya Şayekê Bilind bûne. Ev hevalbendî hindek caran bi darê zorê (mîna Romayê) an jî aştîyane (mîna Hevalbendî ya Polêponizi bûne.
Li çaxên navîn, bajêr-welat nemaze ji saloxetên wan deveran bûn ko niha dibêjinê Almanya, Îtalya û Rûsya. Hindek ji wan Hevalbendiya Hansiyatîk pêkanîn ko jibo heyama çend sedsalan di warê aborî û bazirganiyê da dewrekê pir giring lîst.
Şanişîna Monakoyê bi hemî ramanan ve bajar-welatekê nûdem e: Monaco-Ville bi ramana bajarê Monako para şûrekirî ya bajarî ye û bajêrokê navdar Montê Karlo di rastiyê da rendekên bajarî in. Tuxîb anko sînorê axa weltî her sînorê axa bajarî ye (yek dewlet û yek civata bajarî, her yekê jî desthilata xwe heye): Şanişîna Monakoyê û Bajarê Monakoyê.
Herdu salên ko Singapûr ser bi Malîzyayê ve bû miştî alozî û netenahiyê bûn. Pevçûnên nejadî di navbera piranî ya Çînî û kêmanî ya Malayî li bajêrî mişe bûn. Hukmeta federal ko di bin desthilata Rêxistina Neteweyî ya Yekgirtî ya Malayî (RNYM) da bû digel hukmeta herêmê ko di bin desthilata Partî ya Kar ya Gelêrî (PKG) kevt nav şerî. RNYM ditirsa ko PKG di lihevnegirtinên nejadî da li hikûmeta federal jî piraniyê bi dest xwe ve biînit, lewa li sala 1965ê biryar da ko Singapûrê ji federalîyetê derbikit û wekî hukmeteka xweser niyasî.
Piştî xweserî ya nexwestî ya Singapûrê, wan bilez welat ber bi pêşkevtina pîşesazî (sen'etî) bir û li demeka kurt Singapûr bû yek ji çar welatên ko bi navê "Pilingên Asyayê" dihên niyasîn. Ew niha yek ji bajêrên herî mezin yên cîhanê ye ko armancên wê yên cîhanbajêrî (kosmopolitan) hene.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Bajar-welat, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.