Azerî (bi azerî: Azərbaycanlılar آذربایجانلیلار), komek ji gelê îranî ne ku zimanê xwe yê îranî ji bîr kirine û bi zimanekî tirkîya Azerbaycanê diaxivin.
Piraniya azeriyan li Qefqasya û li bakurê Îranê dijin. Welatê wan Azerbaycan û zimanê wanê îro Tirkîya Azerbaycanê ye. Li gorî texmînkirinan li tevahiya cîhanê nêzîkî 30 milyon azerî hene û nêzîkî 9 milyon Azerî li Azerbaycanê dijîn.
Gelhe tevahî | |
---|---|
~ 25.000.000 - 30.000.000 | |
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne | |
Îran | 12.000.000 - 18.000.000 |
Azerbaycan | 9.000.000 |
Rûsya | 600.000 - 1.000.000 |
Iraq | 500.000 |
Tirkiye | 300.000 - 3.000.000 |
Ziman | |
Zimanê dayîkê Azerî, Zimanên din Farisî, Rûsî | |
Baweriya dînî | |
Îslam (Şiîtî, Sunî) bê bawerî Xiristiyanî | |
Têkildarên komên etnîkî | |
Tirk (Tirk, Tirkmen) |
Tirkiya Azerbaycanê (acemî û tatî jî jê re dibêjin) yek ji zimanên tirkî ye. Digel Komara Azerbaycanê li Îran, Tirkiye û Rusya, Li Gurcistan û li Iraqê tê bikar anîn. Nêzîkî 25 milyon kes bi Tirkiya Azerbaycanê diaxivin.
Nêzîkî du qat zêdetir Azerî li Îranê dijîn. Hikûmeta Îranê behsa 15 milyon Azerî li Îranê dike lê li gorî îdîayên neteweperestên Azerbaycanê jî nifûsa azeriyên Îranê 23 milyon kes e. Li gorî World Fact Book di sala 2018an, kesên azerî %14 (dora 12 mîlyon) ji nifûsa Îranê dikin.
Li gorî hin texminan niha li Tirkiyeyê derdora 800 hezar şopinerên şiîtiya dozdeh îmaman hene, lê dibe ku ev hejmar ji ya rastîn gelek cuda be. Ji bilî azeriyên tirkiyeyî, bi qasî 300 hezar hevwelatiyên Azerbaycanê li Tirkiyeyê dijîn.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Azerî (gel), which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.