Vladîmîr Vladîmîrovîç Pûtîn (bi rûsî: Влади́мир Влади́мирович Пу́тин, Vladimir Vladimirovich Putin) (jdb.
7ê cotmeha 1952an li Sankt Petersbûrgê), siyasetmedarekî rûsî ye û duyem serokdewletê Federasyona Rûsyayê (7ê gulana 2000an - 7ê gulana 2008an) bû û dîsa ji 7ê gulana 2012an û vir ve çarem serokdewletê rûs e.
Serokdewletê Rusyayê (en) | |
---|---|
dp. | |
Dmitry Medvedev (en) |
Jidayikbûn | |
---|---|
Navê rastî | Владимир Владимирович Путин |
Nasnav | Платов, Platov, ߔߑߟߊߕߐߝ߭ |
Hevwelatî | |
Cîwar | Baskov Lane 12, Mansion of Louise von Taube (d) (- |
Perwerde | FSB Academy (en) Saint Petersburg State University (en) Academy of Foreign Intelligence (en) St. Petersburg Institute of the FSB of Russia (d) School 193 (d) (- School 281 (d) (- Faculty of Law, Saint Petersburg State University (en) (Candidate of Economic Sciences (d)) (- Saint Petersburg Mining University (en) (Candidate of Economic Sciences (d)) (heta an) |
Pîşe | |
Salên çalak | Dp. |
Malbat | Family of Vladimir Putin (en) |
Bav | Vladimir Spiridonovich Putin (d) |
Dê | Maria Ivanovna Shelomova (d) |
Hevjîn | Lyudmila Ocheretnaya (en) (ji heta ) |
Zarok | |
Xizm | |
Karder | |
Qadên xebatê | |
Roja imadkirinê | |
Partiyên siyasî | United Russia (en) Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê (- Our Home – Russia (en) (- |
Endamê | |
Artêş | |
Payeyên leşlerî | |
Şerên tevlêbûyî | Şerê Çeçenî yê Duyem (en) CSTO Operation in Kazakhstan (d) Russian military intervention in the Syrian civil war (en) Russo-Georgian War (en) Şerê Rûs-Ukraynayê |
Tevger | |
Bejn | 1,7 m |
Giranî | 77 kg |
Werziş | |
Grade | 9 dan (d) |
Xwendekarê | |
Bandorbar | Anatoly Sobchak (en), Ivan Ilyin (en), Helmut Kohl (en), Aleksandr Dûgîn, Niccolò Machiavelli, Borîs Yeltsîn |
Malper | |
Xelat | Lîsteya berfireh Order of Akhmad Kadyrov Uatsamonga Order (en) Order of Honour and Glory (d) Order of Agostinho Neto (en) Honorary doctor of Saint Petersburg State University (d) Honorary doctor of the Tsinghua University (d) Honorary doctor of the Jawaharlal Nehru University (d) Honorary doctor of the University of Athens (d) Honorary citizen of Saint Petersburg (d) Order of St. Sergius of Radonezh 1st class (d) Weapon of honor (d) Order of the Golden Eagle Order of Manas, 1st class (d) National Order of Merit (en) Honorary member (d) (Russian Academy of Arts (en)) Honorary doctor of the Yerevan State University (d) Honorary doctor of the Baku Slavic University (d) Order of Saint-Charles (en) Order of St. Sergius of Radonezh (d) Order of King Abdulaziz al Saud (en) Order of Sheikh-ul-Islam (d) Honorary citizen of Kazan (d) Honorary doctor of the Turkmen State University (d) Honorary citizen of Sevastopol (d) Honorary citizen of Astrakhan (d) Honorary doctor of the University of Belgrade (d) Order of the "Commonwealth" (d) Honorary doctor of the S. M. Kirov Military Medical Academy (d) Medal "For Impeccable Service", 2nd class (d) Medal "For Impeccable Service", 3rd class (d) Honorary professor (d) (Saint Petersburg University of the Humanities and Social Sciences (d)) Medal "For Impeccable Service" Master of Sport of the USSR (d) Order of the Badge of Honour Medal of Merit of the National People's Army () Order of Honour (en) () Honoured Coach of Russia (d) () Medal "Participant of the March-Shot Bosnia-Kosovo 12 June 1999" (d) () Памятная медаль А. М. Горчакова (d) () Gold Olympic Order (d) () Order of Ho Chi Minh (en) () Order of St. Prince Vladimir (d) () Honored Coach (d) () Grand Cross of the Legion of Honour (en) () Xelata Verschlossene Auster (d) () King Abdulaziz Medal (d) () Time Person of the Year () Order of Ismoili Somoni (en) () Order of Zayed (en) () Order of Glory and Honor (d) () Order of Outstanding Merit (en) () Order of the Precious Wand (d) () Order of the Liberator (en) () Registered firearms (d) () Order of St. Sava (d) () Xelata Aştiyê ya Konfusyus () The World's Most Powerful People (en) (, , û ) Order of the Republic of Serbia (en) () Order of the Friendship of Peoples (en) () Grand Cross of the Order of Saint-Charles (d) () Order of José Martí () Order "For Merit to the Republic of Dagestan" (en) () Time 100 ( û ) Friendship Medal (en) () Order of Nazarbayev (en) () Ig Nobel Prize (en) () |
Ji 8'ê gulana 2008'an heta 7 gulana 2012'an serokwezîrê Federasyona Rûsyayê bûye.
Vladîmîr Vladîmîrovîç Pûtîn di 7'ê cotmeha 1952'yan li Lenîngradê (îro Sankt Petersbûrgê) ji dayîk bûye. Bavê wî, Vladîmîr Spîrîdonovîç Pûtîn (23.02.1911 — 02.08.1999) beşdarvanê Şerê Cîhanî yê duyem bûye. Berî şer di artêşa deryayî, di keştiyên noqî de peywirdar bûye, piştî şer di fabrîkeya çêkirina trênan a bi navê Î.Y. Yêgorov de kar kiriye. Diya wî jî Mariya Îvanovna Şêlomova (1911—1998) karkereke ji heman fabrîkê bûye. Kalikê wî Spîrîdon Îvanovîç Pûtîn, aşpêjekî navûdeng bûye, ji mirovên dewletê re xwerin çêkiriye; di dema xwe de ji bo Lenîn û Stalîn jî aşpêjî kiriye.
Vladîmîr kurê sêyem ê malbatê ye. Herdu birayên wî yên mezin hê di zaroktiya xwe de çûbûne ser dilovaniya xwe. Navê birayekî Vîktor bûye, navê yê din Alîk (Albert). Malbata Pûtîn li Lenîngradê di daîreke komunal li kuçeya Baskovy Pereulok[çavkanî hewce ye] jiyan kiriye. Dema ku Vladîmîr Pûtîn bû serokdewlet, di bîranînên xwe de wî digot ku hê ji zaroktiya xwe ve wî gelekî ji fîlmên Sovyetê yên şer hez kiriye û herdem xwesiye bibe acenteyê îstîxbaratê.
Di salên 1960-1970'î de Vladîmîr li Lenîngradê di dibistanên seretayî û navendî de xwendiye . Di salên 1970-1975 de di beşa navnetewî ya fakulteya hiqûqî ya Zanîngeha Lenîngradê ya dewletê ya bi navê A.A. Jdanov de xwendiye. Di wê demê de bûye endamê Partiya komunîst a Yekîtiya Sovyetê (PKYS-КПСС).
Sala 1990'î de di konseya bajarê Lenîngradê de wekî şêwirmend, di nava salên 1991-1992'î de cihgirê serokê şaredariyê û serokatiya konseya karên derve ye. Ji sala 1996 heya 1997'î cihgirê birêvebiriya karên aborî ya palasa (koşka) Kremlîn e.
Ji 1998 heya 1999'an serokatiya saziya dizî a sîxuriya hundirîn FSB'ê dike. Di heman demî de endametiya wî ya polîtbûroyê heye û sekreteriya wê dike. Bi îstîfaya Borîs Yeltsîn a di 31'ê berfanbara 1999'an bo demekê wekaletiya serokdewletiyê û bi serkeftina di hilbijatinan de jî wekî serokdewlet karê xwe dike.
Di hilbijartinên sala 2004'an de bo cara duyem tê hilbijartin.
Li hevwelatî bi Almanyayê re geriyaye. Xwastiye nakokiya di navbera rûs û çeçenan de bi riyên aştiyane çareser bike. Li dijî kesên ku piştî hilweşîna YKSS'ê ji nişka ve dewlemendiya Sovyetê şêlandin û dewlemend bûn derdikeve. Li ji nû ve bihêzkirina Rûsyayê di qada navxweyî û navneteweyî digere.
Siyaseta wî ya bo Kurdistanê herwekî ya klasîk e. Kurdan wekî elementeke polîtîkayê ya bo bikaranînê dibîne û li dostanî bi dûgelên ku Kurdistan dagirkirne re digere. Îranê li dijî DYA û Ewropayê hinde zêdetir diparêzê[çavkanî hewce ye].
Li Rûsya û derveyî Rûsyayê gelek rexne li polîtîkayên wî tên girtin. Ew bi dîktatoriyê tê tewanbarkirin. Siyaseta wî ya azadiya çapemeniyê û tevgerên aboriyê tê rexnekirin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Vladîmîr Pûtîn, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.