KGB anku Komîteya bo Ewlekariya Dûgelê (bi rûsî: Комитет государственной безопасности, Komîtet gosudarstvennoy bezopasnostî) navê saziya sixûriyê ya navdar a YKSSê bû.
Di sala 1954î de hatibû damezrandin. Navenda xebatên wê li Lûbyanka ya Moskowê bû. Serî de wekî saziyeke hundirîn hatibû plankirin.
Piştî hilweşîna YKSSê, di 6ê çiriya paşîn 1991î de bi fermî dawî li xebata wê hatiye dayîn. Karên sîxuriyê niha FSB dike.
Ji bo sîxuriya (îstîxbarata) navxweyî hatibû plankirin lê bi destpêka şerê cîhanê yê duyemîn û Şerê Sar, di qada navneteweyî de jî kar kir. Xwe bi rêbazên klasîk (agahî berhevkirin - agahî belavkirin) birêxistin dike. Di dema şerê sar de bo gelek caran dibe saziya herî serkeftî. Bi rêbazên xwe yên gelek zîrekî û nûjen, zora dijbrên xwe CIA, MOSSAD hwd biriye.
Bi giranî li ser hêza mirov a di warê sîxuriyê de radiweste û xebatkarên xwe bi teknîkên gelek serkeftî perwerde dike. Di deşîfrekirina agahiyan de serokatiyê nedaye ti saziyekê din. Gelek metodên tevlîhev jî bikaraniye. Bo mînak, hiyerarşiya xwe di nava navendên saziyên dijber an guman lê nabin re derbaskiriye.
Peywirdariya saziyê ya sereke parastina YKSSê bû. Dîsa parastina alîgirên xwe û berjewendiyên Pakta Warşawê li seranserê cîhanê jî.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article KGB, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.