Zimanê Albanî (Navê orjînal Gjuha Shqipe /ˈɟuˌha ˈʃciˌpɛ/) şaxeka zimanên Hînd û Ewropîyê ew yek ji zimanên fermî yên albanya û Makedonyaya Bakur.
| ||||
---|---|---|---|---|
Welat | Albanya, Kosovo, Makedonya, Montenegro, Sirbistan, Xirvatistan, Tirkiye û Romanya û Îtalya, Yewnanistan | |||
Hêrem an navçe | ||||
Hejmara zimanaxêvan | 7-9 mîlon | |||
Rêza vî ziman di nav zimanên cîhanê de | — | |||
Alfabe | — | |||
Dabeşandina malbata ziman | ||||
Hînd û Ewropî (Dabeşandina zimanî li gorî SIL) | ||||
Rewşa fermî û kodên ziman | ||||
Zimanê fermî ye li | Albanya, Kosovo, Makedonya | |||
Bi rêxistin | ||||
ISO 639-1 | sq | |||
ISO 639-2 | alb | |||
ISO/DIS 639-3 | qi | |||
SIL | als(Toskî), aln (Gegî) | |||
Bibînin : ziman, listeya zimanan, koda rengan |
Du zaravayên cihêyên bi navê Gegî û Toskî têye navkirin hene. Lê zimanê niviskî li ser bingeha dîalekta Toskî di sedsala 20'an de hatiye çêkirin. Va prosesa standardîzasyonê bi kongreyeka di sala 1972'a de li Tîranê hatiyê pêkanîn ve hatiye temam kirin.
Di zimanê Albanî de peyvên ku ji zimanên dinên mînak Latînî, Yewnanî û yên di sedsal û dehsalên dawî ji Bûlgarî, Îtalî, Fransî, Tirkî hatinî standin cihekî û mîkareka girîng digirin.
Zimanê Albanî li Albanya, piraniyê Kosovo, li Makedonyaya Bakur, Sirbistan û Montenegro tê axaftin. Dîsa li Îtalya û Sîcîlya (nêzî 100.000 axivêr), ên ku wek Arbëreş tên navkirin, û li Yewnanistan, ên ku wek Arvanitan û Çaman tên navkirin û bi zimanê Albanî diaxivin hene. Li hin welatên Ewropayê jî koçarên ku hatinî wan welatan zimanê albanî wek zimanê koçerî diaxivin hene.
Li dinê bi temamî 8 mîlon kes bi zimanê Albanî diaxivin û li wan 3,5 li Albanya, 3,5 li welatên dinên Balkanan û yên din jî wek koçer li dinê belav bûne.
Di dîrok de zimanê Albanî bingehî li derên ku îro tê axaftin belavbûbû. Di sedsala 11'an de hin niviskar qala Albaniyên ku bi zimanê Albanî diaxivin kirine. Li wê şunda ewna li beravên Derya Adriyatîk belavbûne. Li wan hinek nav xelkên Slawên ku li derên çûnî niştecî de asîmîle bûne û zimanê xwe guhertine.
Belgeya niviskiya ku bi zimanê Albaniya herî kevin a ku heta niha kişf bûyî di sedsala 15'an de ye. Pirtûka herî kevina ku bi zimanê Albanî hatiyî nivîsîn, ya bi navê Meshari, di sala 1555'a de ji hêla klerîkek(îng. Cleric) Gjon Buzuku hatiye nivîsîne.
Di sala 1870'an de rojnameya herî sifte bi zimanê Albanî hatiye derxistin. Li vê şunda zimanê Albanî gorî axivêrên xweyên li welatê lê, geh bi alfabeya latînî, geh bi alfabeya yewnanî, geh jî bi Alfabeya erebî hatiye nivîsîn. Lê bi dawiyê sedsala 19'an re standardîzasyon û yekkirina alfebeyan destpêkiriye. Yek ji wan alfabeyan ya herî qebûl dibûyî Alfebeya Stembolê, ya ku ji hêla Sami Fraşeri hatibû pêkanîn bû.
Bi civîneka di 14. - 22. kewçêra 1908'an de li bajarê Manastirê(Bitola) hatibû pêkanîn ve zimanê Albanî êdî bi temamî bi alfebeya latînî hat nivîsîn.
Ji 1908'an virve di zimanê Albanî de bi temamî alfebeya latînî têye bikaranîn. Li ber wê ew herwiha bi alfebeya yewnanî û erebî jî dihat nivîsîn.
Di alfebeya latîniya ku bo zimanê Albanî tê bikaranîn ji herfên a, b, c, ç, d, e, ë, f, g, h, i, j, k, l, m, n, o, p, q, r, s, t, u, v, x, y, z. de pêk tê. Li hindê van herfan çend Dîyagrafên wek dh, gj, ll, nj, rr, sh, th, xh û zh jî tên bikaranîn.
Danezana Gerdûnî Ya Mafên Mirovan, Artîkêl 1:
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Zimanê albanî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.