Xwedawend yan jî êzidok, di dînên çendxudêyî da navê her êk ji wan bûnewerên jisiruştîder ên bihêz û şiyanên ko bihevra an kitkit karek ji karên cîhanê an alîyek ji aliyên xwerisk an siruştî rêvedibin.
Di çand ên kevnarên mîna Roman û Yewnanistana kevnare da koma êzidokan anko Êzidan (Yezdan, bi înglîzî: pantheon) di bin bandora êzidokekê xurtir da, mîna Zeus, bûne.
Bi giştî xwedawend li ser awayê mirovan an lawiran dihatin xeyalandin û cihê rêzê, tirsê an peristinê bûne.
Di dînên yekxudêyî da mîna dînên îbrahîmî tenê Xudêyek heye û çi nîşanên xwedawendan namînin. Carina hindek ji wan xwedawendan bi awayê firîşteyan peyda dibin.
Ev gotara têkildarî mîtolojiyê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Xwedawend, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.