Tsunamî: Rêzeya pêlên avê ya ku ava pir derhatinê/livînê encam dide

Tsunamî peyveke japonî ye, ya ku tê wateya pêla benderê (lîmanê).

Ji 15ê hezîrana 1896an û bi vir de ye ku ev peyv ketiye nav zimanên cîhanê. Wê demê li Japonê tsunamiya mezin ya Meiji pêk hat û 21.000 kes mirin.

Tsunamî: Tsunamî li Asyayê (26.12.2004), Tsunamî çawa diqewime?, Mirov çawa dikare xwe ji tsunamiyê biparêze?
Pêlên tsunamiyê dikevin ser giravên Maldîvê, 2004
Tsunamî: Tsunamî li Asyayê (26.12.2004), Tsunamî çawa diqewime?, Mirov çawa dikare xwe ji tsunamiyê biparêze?
Epîsentera erdhejê û pêlên tsunamiya Îndonêziyayê yên roja 26.12.2004
Tsunamî: Tsunamî li Asyayê (26.12.2004), Tsunamî çawa diqewime?, Mirov çawa dikare xwe ji tsunamiyê biparêze?
Tsunamiya hût a Taylandê di sala 2004'an de
Tsunamî: Tsunamî li Asyayê (26.12.2004), Tsunamî çawa diqewime?, Mirov çawa dikare xwe ji tsunamiyê biparêze?
Firokexaneya Sendaiyê, Japon, piştî rabûna tsunamiya roja 11.03.2011

Piştî vê karesatê, japonan hawar-hawara alîkariyê kirin. Bi vê hawarê re ev peyv li cîhanê belav bû û ket nav zimanên cîhanê.

Tsunamî li Asyayê (26.12.2004)

Piştî karesata tsunamiyê ya li Asyayê, peyva “tsunamî”yê bû peyva ku herî pirtir li cîhanê hat axaftin. Di vê karesata dawiyê de li derdora 157 300 (11.01.2005) mirovan jiyana xwe ji dest da. Di nav wan de mirovên ji gelek neteweyên têvel hebûn. Ji wan neteweyan yek jî swêdî bûn. Ji 20 hezarî pirtir swêdî wek turîst li wê herêmê bûn. Termên hin swêdiyan hatin dîtin. Lê li derdora 2000an hîn jî wenda ne.

Piştî ku vê duşemiyê xwendegeh vebûn, di hemû xwendegehan de ji bo karesata tsunamiyê û swêdiyên ku wenda ne, merasim hatin li darxistin. Di dersên kurdî yên vê hefteyê de mamoste û şagirdên dersa kurdî jî behsa vê karesatê kirin.

Em pê nehesiyane ku di nav yên mirî yan jî wendayî de kurd jî hene. Lê gelek hevalên zarokên kurd yên ku diçin heman xwendegehan yan wenda yan jî mirine.

Tsunamî çawa diqewime?

Tsunamî, di bin okyanûs yan jî behran de; di encama erdhej yan jî teqandina volkanan de erd dihedime yan jî dişemite. Bi van tevgerên erdê re enerjiyeke mezin peyda dibe. Ev enerjî di behrê de pêlên mezin yên peryodîk ava dike. Ji van pêlan re tsunamî tê gotin.

Ferqa pêlên ku piştî tsunamî pêk tên ji yên din ev e: dema ku pêlên tsunamî tev digerin, molakulên avê bi xwe re kaş dikin. Ev kaşkirin tevgereke zêdetir dide pêlan. Bandora van pêlan di ava kûr de diyar nabe. Dema ku digîjin ava bibinî; di peravên tîk û kendavên teng de bi qasî 30 metroyî bilind dibin.

Tsunamiya vê dawiyê di çend saetan de gihaşt ku û çend kes mirin?

  • Piştî 15 deqeyan Îndonezya, 105.300 mirî
  • Piştî 30 deqeyan Giravên Andamanan, 15.800 mirî
  • Piştî 90 deqeyan Burma, 60 mirî
  • Piştî 90 deqeyan Taylenda, 5.300 mirî
  • Piştî 2 saetan de Malezya, 70 mirî
  • Piştî 3 saetan Srî Lanka, 30.700 mirî
  • Piştî 3 saetan Hindistan, 8.800 mirî
  • Piştî 3,5 saetan Giravên Maledîvan, 80 mirî
  • Piştî 4 saetan Bengladeş, 2 mirî
  • Piştî 7 saetan Somaliya, 300 mirî
  • Piştî 7 saetan Tanzanya, 10 mirî
  • Piştî 7 saetan Kenya, mirîyek

Ku sîstemeke hişyariyê hebûna, evqas kes dê nemirana. Lewma niha ji aliyê Yekitiya Neteweyan (YN) hewldana avakirina sîstemeke hişyariyê dest pê kirîye. Tê ragihandin ku ev sîstem dê di sala 2007ê de têkeve faliyetê.

Mirov çawa dikare xwe ji tsunamiyê biparêze?

1. Dema ku mirov bixwaze li qeraxa behrê ji bo cîwarbûnê cihekî bikire, divê mirov ligel erdhej, ba û lehiyê; fikra tsunamiyê jî bike. Ev yeka ha di pirsa parastinê de xala herî girîng e.

2. Di erdhejeke biçûk de jî dikare tsunamî pêk bê. Tavilê ber bi cihên bilind baz din.

3. Ku li nêzî behrê kendalên bilind hebin, herin ser wan.

4. Piştî ku pêla tsunamiyê ya peşî derbas bû, nefikirin ku talûke derbas bûye. Carna pêla duyem dikare ji ya yekem mezintir be.

5. Ji radyoyê li nûçeyên tsunamiyê guhdar bikin.

6. Tsunamî, li gor mezinbûn û awayê pêkhatina erdhejê, di nav 10-15 deqan de xwe li qeraxa deryayê dide xuyakirin. Ango ava behrê yan bilind dibe yan jî kêm dibe (vedikişe). Ev pêla pêşî ya lawaz xebera 2-3 pêlên din yên bi hêz ku li rê ne dide. Di rewşeka weha da divê mirov tavilê ji qeraxa bahrê bi dûr bikeve. Kesên ku di nav behrê de seyehetê dikin jî divê ber bi ava kûr biçin ku xwe ji qeraxa behrê bi dûr bixin û xwe û wesayîta xwe ji tsunamiyê biparêzin. Kesên ku li qeraxa behrê ne, divê ji behrê bi dûr bikevin û herin cihên bilind.

Çavkanî

  • Tema Modersmål û cûre cûre rojname û nûçeyên ajansan

Ji: Dibistana Kurdî

Tags:

Tsunamî li Asyayê (26.12.2004)Tsunamî çawa diqewime?Tsunamî Mirov çawa dikare xwe ji tsunamiyê biparêze?Tsunamî ÇavkanîTsunamîJaponî

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

Ey ReqîbMuhsur ÇelikFTP1989MonoteyîzmParêzgehZiman1991ŞanoDîroka Bakurê KurdistanêTil XelefDewletên Yekbûyî yên AmerîkayêKurdistanWîkîpediyaya kurdîÇûkê mirov2010Rojavaya KurdistanêGilgamêş (destan)TankSinemillîEhmed DilzarEBaySuryanîKomara kurdî ya LaçînêWeqfa WîkîmedyayêKurdên XorasanêMedMehmet KarasungurÎzmîrMêvanSevim Dağdelen13ê çiriya paşînNesime YamanDewleta SefewiyanISO 4217ÇînDestperîJînenîgarîAjansa Parastinê û Zanyariyê ya Herêma KurdistanêTorqÊzdîtîAramê DîkranBelverdPîr ŞaliyarAmedAlbany, New YorkMehmet Şerif UnatGêziya ceryanêMediaWikiChe GuevaraCounty WestmeathSûrîGîwî MukriyanîSerencamLîsteya bajarên KurdistanêDevlet BahçeliXanedana EfşaranKulîçeEbdullah bin EbdulmutelibMûsa HerdemKerîm BaytarŞefik YaktınGeliyê GûzanŞirnexNAfrîkaCelîMerûfê NûdhîErdnîgarîEnzîmRojbîn Qizil🡆 More