Traianus (bi yewnaniya kevn: Τραιανός, lat. Traianós), nav bi tunî bi latînî: Marcus Ulpius Traianus, (53 li Italica, Hispanya, 8ê tebaxê 117, Kîlîkya) di navbera 98an de heta 117an împaratorê Împeratoriya Romê bû.
Bi dagirkirina Mezopotamya, Kîlîkya û împeratoriya Dakya re wî firehkirina împeratoriyeyê herî mezinê dîroka Roma de pêkanî bû.
Imperator Caesar Nerua Trajanus Augustus | |
---|---|
Navê rastî | Marcus Ulpius Traianus |
Jidayikbûn | 18 îlon 0053 Italica (Hispania Baetica, Împeratoriya Romê) |
Mirin | tebax 117 Selinus |
Sedema mirinê | Apoplexy (Sedemên sirûştî) |
Cihê goristanê | Trajan's Column |
Hevwelatî | Romaya Kevnare |
Meqam | |
Hevjîn | |
Zarok | |
Dê û bav |
|
Malbat | Nerva–Antonine dynasty, Ulpii Traiani |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Bavê Traianus, yê dîsa bi navê hevşêwe, li navbera 70an û 73an de de li Sûrî wek endamê Konsule karbidestî kir. Wê demê Traianusê biçûk jî li Sûrî serdarî kir û di 84an de bû Praetorê Roma ye.
Dema împerator Nerua di 97an de Traianus bû kergarê Germanya. Nerva di hevşêwe salê de ew wek (Caesar) da zanîn. Tu zarokê Traianus tune bûn û bi vê gavê Nerva paşwerê xwe diyar kirî bû. Bi Nerva mir re ew di 28ê kanûna paşîn 98an de derbaza textê bû.
Di 101an de Traianus bi 100.000 leşkeran çû ser Dakyan. Lê di Cenga Dakya pêşin de wî nekanî Dakyan bin xistî ye. Li pê çend salên bi aşitî şunda di 105an de Cenga Dakya yê duyem der ket û Traianus vê carê ewna bin xistin û Dakya (Trakya, rojhleta Tuna) dagir kit.
Pê Împeratoriya Eşkanî êrîşa Ermenistan kir û ew dera dagir kirin re Traianus berve rojhilat bi 113 lejyonan derketa sefere. Ew di destpêkê 114an de gehişta Antîoxeia (bi latînî: Antiochia, îro: Entakya) û li ser Samosata (Semîsad) re derbaza Ermenistanê bû. Wî di demeke kurt de Ermenistan dagir kir û împeratorê Eşkaniyan bin xist.
Di 115an de Traianus dewama seferê xweya rojhilat kir û Nisêbîn dagir kir. pê re ew çerxa ser xakên Mezopotamya yên jêrîn bû. Ew bi peyçûnê Dîcle hate paytexta Eşkaniyan Tisfun hat. Pê wî Tîsfûn dagir kir re, vê carê çerxa ser xakên asûr bû û di 116an de gehîşte kendava Farsê û rojhilata navîn bi piranî dagir kir.
Dema Traianus li sefera rojhilat vedigerîye di 8ê tebaxê 117an de li Kîlîkya mir. Ji pê wî re Hadrianus derbaza textê bû.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Trajanus, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.