Dalberîn, reklam beşeke girîng a danasîn, hilberîn û sermayeyê ye.
Peyva dalberîn a kurdî dibe ku ji da+hilberîn=dalberîn hatibe. Ango ya ku daye, dide hilberîn, a ku hilberînê-prodûksiyonê zêdê dike ye. Di serdema nû de bêî reklam karsaz nikarin malê xwe bifiroşin lewra kapîtal êdî tixûban nasnake û ji yek cureyê bi hezaran hilberîn ne.
Dalberîn bi rêbazên afirandêr bandor li daxwaza kirînê ya kiryar kirin e. Wekî tê zanîn di bazarê de dengeya daxwaz û pêşberîkirinê heye. Heger pêşberîkirin zêde lê daxwaz kêm be, karsaz mecbûr dimînin ku berdêla hilberînê erzan bikin. Berevajiya wê jî rast e.
Reklam bi riyên ku bandora xwe bi erzanî û bihêz li kiryar dikin tê kirin. Erzan, lewra reklam jî bi dirav, berdêl tê kirin.
Li Kurdistanê fîrmayên reklamê di destên Tirk, Ereb û Farisan de ne. Kurd bo firotin û danasîna hilberînên xwe karê reklamê bi destê biyanan dikin. Li Kurdistana Azad jî rewş her wiha ye. Kêm be jî di TV yên Kurdan de cih ji reklaman re tê veqetandin daku TV hinde aboriya xwe birêvebibe.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Reklam, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.