rr (rêya xurt, rêya tûj) ji bo nivîsandina dengdara diranî ya herikiya lerzok a xurt tê bikaranîn.
Ev ne tîpeke serbixwe ye û di alfabeyê da cih nagire.
Ev karakter boyê vî dengê [r] ku di alfabeya kurdî ya erebî da bi herfa ڕ dinivîsin, tê bikaranîn.
Di alfabeya kurdî ya latînî da ev wek tîpekî tune, lê boyê nivîsandina wê niqaş heye. Gellek caran bi rr tê nivîsandin, lê di destpêka peyvekê de bi vê awayî nayê nivîsandin ji ber ku rêya destpêkê herdem xurt e.
Hinek zimannas wê mîna dengên din ên enfatîk (ḉ, ḱ, ṕ, t́) bi karaktereke cuda wek Ŕ - ŕ nivîsandinê pêşniyaz dikin. Bo mînak binihêre: alfabeyên kurdî
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Rr (tîp), which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.