Qesra Îshaq Paşa, Qesra Behlûl Paşa, Koşka Îshaq Paşa yek ji koşkên navdar ên Bakurê Kurdistanê ye û li axa Bazîdê ye.
Koşk ji aliyê Îshaq Paşa ve, di sala 1199ê koçî/1784ê zayînî de hatiye avakirin. Gorî dîroka fermî ya tirkan di nava 99 salan de avakirina wê hatiye bidawîkirin. Mîmariya koşkê elementên kurdî, romayî, farisî û selcûqî dihewîne. Sûrên wê bi nexşên giranbiha hatine nexşandin. Di avakirinê de koşk du qatî bûye lê qata jorîn êdî nemaye.
Koşk gelek caran ji aliyê dewlet û mîrîtiyên kurdan ve hatiye restorekirin. Di wêjeya kurdî gelek caran bûye kaneke navdar. Ehmedê Xanî jî li heman koşkê jiyaye û perwerde daye. Niha goristana Xanî li wir e. Mûsa Anter gelek caran koşk wekî "Tirba yan goristana Ehmedê Xanî" bi nav dikir[çavkanî hewce ye]. Dîsa Mizgefta Bazîdê jî li cem wê ye.
Di dagirkirina rûsan a salên 1828 – 1829'an de, deriyê koşkê yê xwerû zêrîn bû, hatiye birin û niha li mûzexaneya Moskoyê tê parastin. Li koşkê hemam, mizgeft, goristan, kulîn, hewliya xwarinê, salona pêşwaziyan, harem û sîstema germkirina hilmê (wekî kalorîferên îro) heye.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Qesra Îshaq Paşa, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.