Pêjgeha çînî ruh û karakterê çanda çînî dide der.
Li Çînê çend herêmên dîrokî hene ku pêjgeha wan jî cuda ne. Gastronom ji ber ku 23 parêzgehên mezin ên Çînê hene, behsa 23 pêjgehan jî dikin. Lê mirov dikare dîsa jî xwarek-vexwarekan di bin 4 sernivîsan de kom bike; Pêjgeha bakur, başûr, rojhilat an Beijing û rojavayê Çînê. Zebze di tevahiyan de havpar e, pirr tê bikaranîn.
Dîsa mirov dikare behsa;
jî bike.
Soya (bi latînî soia hispida) him di xwarinan de, him sosan de cihekê sereke digire. Xingalên çînî, savar, riz, meqarneya ji ardê rizê, kilor, şeraba birincê di qora pêşîn de cih digirin.
Li cem çîniyan xwarin girîng e, li ser xwarinê têkilî tên danîn, suhbet dibin. Li ser xwarinê mirçîn, bi dengê bilind axavtin, qirtik, bawîşkîn ûêd gelek normal tên dîtin. Lê poz (bêvil) tevdan bêhurmetî ye. Xwediyê malê wekî kurdan dixwaze ku mêvan pirr bixwe.
Ew jî wekî japonan bi darikan xwarinê dixwin. Darikên wan ji yên japonî dirêjtir in. Îro gelek çînî bi kevçî û çatelê (çartilî) jî dixwin. Çar danên rojê jî şorbe tê xwarin. Heger xwarin şorbe û savar an birinc be, berê şorbe tê xwarin. Gelek qîmetê didin, xemlandina dextexaneyê lê ev baldarî ne ji bo seleteyan e. Selete di binikên hûrik de tê servîskirin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Pêjgeha çînî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.