Kevçî, alava xwarinê ye.
Bi taybetî bo xwarinên avî (ron) tê bikaranîn. Di kurdiya sorani de "kewçik", li lekî "kamche", li taleşî "keche" û li gilakî "keche", di pehlevî "kafčak" de tê axaftin[çavkanî hewce ye].
Wekî kepçe ketiye zimanê romî (tirkî) jî. Bêje ji koka "kev, kefa destan" hatiye holê û xwerû Kurdî ye. Tê zanîn ku kevçî yan kevçe dişibe kefa destê mirov. Ji dema Bîzansî û Romayiyan ve li Ewropa hatiye bikaranîn.
Gelek cureyên kevçiyan hene. Berê li Kurdistanê kevçî û çatel ji daran jî dihatin çêkirin ku evana him çêja (tama) xwarinê xerab nedikirin û him jî devê mirov kêm dişewitî. Lê îro êdî nîne.
Di dema nûjen de kevçî ji bo gelek tiştan tên bikaranîn. Bo mînak vexwarina dermanên ron (avî). Ji bo xwarinên bilêzî cureyên plastîk ên piçûk, ji bo lihevxistina vexwarinên wekî çay û qehwe jî kevçiyên taybet tên bikaranîn.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Kevçî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.