Psîkiyatrî pirr caran bi şaşî wekî psîkologiyê tê zanîn.
Psîkiyatrî jî wekî psîkologî bi pirsgirêkên derûnînasî, normal û anormal re bilî dibe. Psîkiyatrî di dînamîkên tevgerên mirov de metoda biyopsîkososyal bikartîne. Ango bi nexweşiyên organîk re bilî dibe. Heger ti nexweşî an sîmptomeke organîk (laşî) tunebe û dîsa jî nexweşiyeke psîkologîk peyda bûbe, ev dikeve warê psîkologiyê. Her nexweşeke psîkologek divê cara pêşîn ji aliyê psîkîatrek ve bête kontrolkirin.
Psîkiyatrî beşeke tibê ye lê psîkologî nîne. Psîkiyatrî bi teknîkên organîk û dermanan kar dike. Di dema Şerê dinyayê ya duyem de zanîstên ji ber terora Nazî ji Germanistanê reviyabûn û hatibûn Tirkiyê, li Tirkiyê bingeha tiba nûjen davêjin. Gelek fakûlte û beşên zanistiyê ava dikin. Herwekî zanîstên germanan cara yekê li Tirkiyê bo nexweşên psîkologîk klînîkek bi navê Bakirköy dadimezirînin û ew kesên ku jê re "dîn û har" dihate gotin bi zanîstiyê tedawî dibin.
Ev têgîn an binavkirin cara pêşîn sala 1808 ji aliyê bijîşk Johann Christian Reil hatiye bikaranîn. Serî de wekî psîkiyaterî bû. Nav ji bêjeya psîşe (ruh) û îatros ango bijîşk hatiye çêkirin.
Serbixwebûna psîkiyatriyê ne wisa hêsan bûye. Li Almanya heya sala 1945 ji aliyê Naziyan ve herî kêm 100.000 nexweşêb psîkiyatrîk hatine kujtin. Li welatên wekî Tirkiyeyê nexweş zîndanî dikirin an berdidan kolanan.
Mirov dikare bêje heya sala 1950 psîkiyatrî ne ewqas serbixwe bû. Nexweşên derûniyê yan bi rêbazên bijîşkiya anatomîk dihatin terapîkirin an jî nexweş ji civakê dûr dixistin ku ziyanê nede. Keda zanistên rojavayî sereke bûye.
Rexne wisa gelek bûne ku îro jî bi navê antîpsîkiyatrî tevgerek ramanî heye. Nivîskar Thomas Szasz û Ronald D. Laing an civaknas Michel Foucault digotin nirxandina normal-anormal ne zanistî ji nêrîna pirraniyê ne. Pirranî jî ne her dem mafdar û normal e. Îro êdî ev roj derbas bûne, psîkiyatrî bi rêbazên nûjen xizmetê dike.
Psîkiyatrî bi gelek beşên zanistiyê re dixebite, bi taybetî psîkolojîyê re. Heger nexweşiya ruh organîk be karê psîkiyatriyê, ne organîk be yê psîkolojiyê ye.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Psîkiyatrî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.