Neolîtîka berî Cervaniyê (bi inglîzî: Pre-Pottery Neolithic; salên 10.000-6.500 b.z.) demên destpêka neolîtîkê li herêmên Levend û Mezopotamyaya jorîn a Hîlala Berhemdar temsîl dike.
Neolîtîka berî Cervaniyê di nav Neolîtîka A ya berî Cervaniyê (10000 – 8800 bz) û Neolîtîka B ya berî Cervaniyê (8800 – 6500 bz) de hatiye teqsîmkirin. Piştî Neolîtîka berî Cervaniyê heyama Neolîtîka Cervaniyê dest pê dike.
Herêmê erdnîgariyê | Hîlala Berhemdar |
---|---|
Heyam | Neolîtîk |
Dîrok | nêzîkî 10.000 — 6.500 bz |
Cureyê cih | Jericho |
Berê | Rojhilata navîn ya epîpaleolîtîk |
Paşê | Yewnana neolîtîk |
Neolîtîka A ya berî Cervaniyê (bi inglîzî: Pre-Pottery Neolithic A) (salên 10.000-8800 b.z.) di kultura Neolîtîk a Levendî û Anadolî ya destpêkê de qonaxa yekem a Neolîtîka berî Cervaniyê nîşan dide. Bermayiyên arkeolojîk li deverên Levend û Mezopotamyaya jorîn ya Hîlala Berhemdar de tên dîtin.
Periyoda vê demê bi xaniyên kerpîç ên dorpêçkirî yên biçûk, çandiniya dexlan, nêçîrkirina heywanên kovî, û adetên goristanê yên bêhempa ku tê de laş di binê xaniyan de dihatine veşartin, tê karekterîzekirin.
Neolîtîka B ya berî Cervaniyê (bi inglîzî: Pre-Pottery Neolithic B; salên 8.800-6.500 b.z.) beşeke ji Neolîtîka berî Cervaniyê ye, kultureke neolîtîk a ku li Mezopotamyaya jorîn û Levendê bi cih bûye. Ji aliyê Kathleen Kenyon ve dema kolandinên arkeolojîk ên li Jerichoyê ya Urduna Rojava de hatiye karekterîzekirin.
Meylên kulturî yên vê heyamê ji Neolîtîka A ya berî Cervaniyê cuda bûn. Kesên ku di vê perîodê de dijîn li ser hewanên kedîkirî zêdetîr îtîmad kirine ji bo ku karibin debara xwe ya nêçirî-komkerî temam bikin.
Divê ev beş were berfirehkirin. Tu dikarî lê zêde bikî. |
Ev gotara têkildarî dîrokê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Neolîtîka berî Cervaniyê, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.