Mafên Kesên Lgbt Li Çeçenistanê

Mafên kesên lezbiyen, gay, bîseksuel û transgender li Çeçenîstanê ji mêj ve bû sedema fikaran di nav rêxistinên mafên mirovan ên wekî Amnesty International û Human Rights Watch.

 Wekî beşek ji Federasyona Rûsyayê, qanûnên LGBT yên Rûsyayê bi fermî derbas dibin. Lê de facto, ji bo hemwelatiyên LGBT ti parastin tine, û tê îdiakirin ku rayedarên Çeçen malbatan teşwîq dikin ku zarokên xwe yên hevzayend bikujin.

Mafên kesên LGBT li Çeçenistanê
Mafên Kesên Lgbt Li Çeçenistanê
Çalakvan dîmenê dayikên çeçen ên ku şîna zarokên xwe yên ku bi alayên LGBT û Çeçen pêçandî ne dikişînin. Nevsky Prospect, St. Petersburg, 1ê Gulan 2017).
DewletRûsya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ji Adara 2017an vir ve, çewisandineke tund li ser civaka LGBT bû sedema revandin û binçavkirina mêrên hevzayend û bîseksuel, ku rastî lêdan û îşkenceyê hatin. Zêdeyî sed mêr, û dibe ku çend sed mêr, bûne hedef. Herî kêm sê, û tê gotin ku bi qasî 20 kes hatine kuştin. Hejmara kesên hatine binçavkirin û kuştin ne diyar e. Panelek ji şêwirmendên pispor ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di destpêka Nîsana 2017an de ragihandibû ku: "Ev kiryarên çewisandin û tundûtûjiyê ne di astek nedîtî de li herêmê û binpêkirinên cidî yên berpirsiyariyên Federasyona Rûsyayê li gorî qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî ne."

Aliyên çandî

Çeçenistan civakeke îslamî ya pir kevneperest e ku tê de homofobî berbelav e û homoseksuelî tabû ye. Piştî du pevçûnên çekdarî yên cudaxwaz ên salên 1990î – Şerê Yekem ê Çeçenistanê û Şerê Duyemîn ê Çeçenistanê – Çeçenistan di bin serokatiya Axmad Kadyrov û kurê wî Ramzan Kadyrov, serokê niha yê komara Çeçenistanê, de "her ku ber bi kevneperstiyê ve çû". Li Çeçenistanê, wekî li herêmên din ên başûrê Rûsyayê, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn "desthilat da serokên herêmî ku şirovekirina nirxên kevneşopî yên misilmanan bi cih bînin." Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan di 2017an de ragihand: "Zehmet e ku meriv binirxîne ka li Çeçenîstanê homofobî çima ewqas zexm û zêde ye, mirovên LGBT çima ewqas xeternak in. Kesên LGBT ne tenê di bin metirsiya çewsandina desthilatdaran de ne, di heman demê de ji ber xerakirina namûsa malbatê ji aliyê xizmên xwe ve dibin qurbaniyên 'kuştinên namûsê'." Çalakvanek ji Tora LGBT ya Rûsyayê diyar kir ku ji ber ku rayedar dizanin ku girtiyên hevzayend ji hêla malbata wan ve wê bên kuştin, bi zanebûn ji zindanan têne berdan. Kadîrov jî angaşt kir ku li Çeçenistanê homoseksuel tine ne û heke hebin jî, "wan bibin Kanada, pesnê Xwedê bidin, ji bo ku xwînê paqij bike".

Rewşa qanûnî

Piştî ku Rûsyayê di dawiya salên 1800î de Çeçenistanê dagir kir, yekemcar hevzayendîtiyê li Çeçenistanê neqanûnî hate kirin. Piştî Şoreşa Cotmehê, tevahiya Rûsyayê dîsa hevzayendîtiyê qanûnî kir, lê ew di bin destê Joseph Stalin de ji bo tevahiya Yekîtiya Sovyetê ji nû ve hate sûcdar kirin.  Li Rûsyayê di sala 1993an de hevzayendî careke din hat qanûnîkirin, tevî ku di navbera 1991 û 2000an de Çeçenistan defakto ji Rûsyayê serbixwe bû.  Serokê Çeçenistanê Aslan Maşhadov, ji bo ku bi şerxwazên îslamîst re li herêmê reqabetê bike, di sala 1996an de qanûnên şerîatê pejirand û xala 148ê ya qanûna cezaya Çeçenistanê derxist. Li gorî vê xalê têkiliya hevzayendî ya anal a lihevhatî di du sûcên pêşî de wê bên ceza kirin û di sûcê sêyemîn de wê cezaya îdamê bê pejirandin.

Rêberê niha Ramzan Kadyrov, yê ku Rûsyayê piştgirî dide, Îslam anî rojeva jiyana rojane ya Çeçenistanê, û hevzayendên ku zayendiya xwe eşkere dikin, her ku diçin ji hêla malbatên xwe ve têne cûdakirin û dûrxistin. Ramzan Kadyrov di sala 2006an de dest bi siyaseta xwe ya civakî ya "kampanyaya fezîletê" kir. Wî pêşî êrîşî "bêexlaqiya" jinên ciwan ên Komarê kir û siyaseta teşwîqkirina kuştinên namûsê destnîşan kir û rola Kadyrov wekî parastvanê rolên zayendî yên "kevneşopî" di dawiyê de berbi kampanyaya dijî-LGBT ve çû.

Gelek Çeçen, bi taybetî li deverên bêtir bajaran, ji ajansên nûçeyan re bi awayeke anonîm nîşan didin ku ew bi taybetî li dijî polîtîkayên civakî yên Kadyrov in, wek ji nû ve yekkirina bi darê zorê ya hevberdanan û zextên nû yên lixwekirina hîcabê. Ew diyar dikin ku ev yek li dijî koda kevneşopî ya Çeçen a li ser cil û bergên jinan e, ku jin li şûna hîcaba tam a ku por vedişêre, divê bendekî teng li xwe bikin. Ew herwiha "mezinkirina nifşek a bi tevahî tundrew û olî" jî rexne dikin û ditirsin ku ev yek kesên muxalíf û malbata wan dixe xetereya lezgîn.

Organên dewletê di perwerdehiyê de û li deverên din çavkaniyên ji bo kampanyaya îslamîkirina Kadyrov veqetandine;  jinên ku tê dîtin ku cil û bergên wan "ne îslamî" xuya dikin, rastî êrîşa paintballê tên, û xortên xciwan di dibistanê de tên agahdarkirin ku ger destûra derketinê bidin xwişkên wan bêyî ku porê xwe veşêrin, ew ê rûbirûyê leneta herheyî bibin, û ew jî têne teşwîq kirin ku rayedaran agahdar bikin ka dê û bavên wan bi têra xwe li malê îslamê dikin.

Ferzkirina qanûnên Îslamî ya ji aliyê Kadyrov ve li dijî qanûnên berfirehtir ên Federasyona Rûsyayê û her wiha xaleke destûra Çeçenistanê ne, û Kadyrov bi eşkere dibêje ku Çeçenistan laîk e û tu ol nikare bibe fermî û mecbûrî, lê ew dîsa jî vê yekê bi piştgirîya diravî û siyasî ya Pûtîn dike. Ji ber vê yekê Rûsya rastî rexneyên komên mafên mirovan hat.

Rûsya bi fermî di Hezîrana 2013an de qanûnek dijî propagandaya hevzayendîtiyê derxist. Ew bi fermî belavkirina "propagandaya ji bo têkiliyên cinsî yên ne kevneşop" di nav zarokan de qedexe dike.  Qanûn ji hêla gelek komên mafên mirovan ve, di nav de Human Rights Watch, hate rexne kirin ku li hember nifûsa LGBT de "bi eşkere cudakarî" dike. Ev qanûn wek yek ji sedemên ku Kremlin bi têra xwe zû bersiv nedaye çewsandina hevzayendan li Çeçenistanê, hatiye binavkirin.

Girêdanên derve

  • Welcome To Chechnya (2020): Malpera belgefîlma David France li ser komek çalakvanên ku jiyana xwe dixin xeterê ji bo parastina kesên LGBTQ yên ku li komara rûsî ya Çeçenistanê bi zext û zordayiyên sîsistematik re rûbirû dimînin.

Çavkanî

Tags:

Mafên Kesên Lgbt Li Çeçenistanê Aliyên çandîMafên Kesên Lgbt Li Çeçenistanê Rewşa qanûnîMafên Kesên Lgbt Li Çeçenistanê Girêdanên derveMafên Kesên Lgbt Li Çeçenistanê ÇavkanîMafên Kesên Lgbt Li ÇeçenistanêAmnesty internationalHevzayendîtîHuman Rights WatchLGBTÇeçen

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

ÎslendaHendrik LorentzXelîl XemgînSebrî BotanîNivîsbarîAlbanyaKawîs AxaCattaraugus County, New YorkPerwerdeMac OS X6ê kanûna paşînFirindeDabeşên îdarî yên ÛkraynayêXecê HerdemAlmanyaya NazîHekarî (parêzgeh)AvkevirBitcoinRastgiriya tundEhmedê XanîEfxanistanPêxemberên ku navên wan di Quranê de derbas dibinSiyonîzm13ê îlonêCakartaTroguéryLech WałęsaPartiya Karkerên KurdistanêMüge AnlıQeter27ê sibatêViyetnamNixteNewrozJacques Yves CousteauZimanê tirkî1ê kanûna pêşînSendroma AspergerDûzana OckhamêSosyalîzmWashington, District of ColumbiaYûhenayê NoqkarDestperîPekînMîxayîlVolgaYewnanistana KevnBerlînRihaBelûçAlmanyaya Rojava26ê sibatêKurdên ÎranêUllucus15ê kanûna paşînÎbn BetûteSedrencRiya HevrîşimêKurmancîRefîq HilmîBavyeraWaar TVÎmperatoriya GoktirkanMerritt WeverWerzişZimanê erebîNorwêcSerokkomarBanka ZîraatêŞerê Cîhanî yê DuyemElokRêşad Sorgul🡆 More