Liang Wudong (bi çînî: 梁武东; pinyin: Liáng Wǔdōng; jdb.
adara 1959an – m. 25ê kanûna paşîn, 2020) doktorekî li Nexweşxaneya Xinhua ya Hubeiyê bû ku doktorê pêşîn bû yê ku ji ber COVID-19ê mir.
Liang Wudong | |
---|---|
Navê rastî | 梁武东 |
Jidayikbûn | 1ê adara 1959an |
Mirin | 25ê kanûna paşîn a 2020an (60 salî) Wuhan, Hubei, Çîn |
Sedema mirinê | COVID-19 |
Pîşe | Doktor (Bijîşkê pêşîn ê ku ji ber koronavîrusê mir) |
biguhêre |
Liang rêvebirê Departmana Otorînolarengolojiyê ya Nexwexaneya Entegre ya Dermanên Rojavayî û Çîniya Kevneşopî a Wîlayeta Hubeiyê (Nexweixaneya Xinhuayê) bû. Di berê de nexweşiya wî ya arîtmî (arrhythmia) û fîbrîlasyona atriyal (atrial fibrillation) hebû. Di 16ê kanûna paşîn a 2020an de xwe nebaş hîs kir, ta û lerzê jiya. Çû Nexwexaneya Entegre ya Dermanên Rojavayî û Çîniya Kevneşopî a Wîlayeta Hubeiyê (Nexweixaneya Xinhuayê) û piştî skena tomografiyê xuya bû ku pişika wî spî ye û semptomên berçav ên enfeksiyona pişikê heye. Piştî ku teşhîsa COVID-19ê hate kirin, ji bo tedawiya nexweşxaneyê wî li cihê îzolasyonê bicih kirin, û ji bo dewamkirina tedawiyê di 18ê kanûna paşîn ya 2020an de wî şandin Nexweşyaneya Jinyintan ya Wuhanê. Di 7ê sibehê ya 25ê kanûna paşîn ya 2020an de, Liang di 60 saliya xwe de mir. Di 3ê adarê de Shanxi Zhendong Group Renai Angel Fund 100,000 yuanan ji bo malbata Liang Wudongê bexş kir, û 2,000 yuan jî ji bo debara wab bexş kirin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Liang Wudong, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.