Wuhan (bi çîniya hêsankirî: 武汉; çîniya kevneşop: 武漢; pinyin: Wǔhàn) serbajarê herêma Hubei ya Komara Gel a Çînê ye.
Ev bajar dikeve ser perê çemên Yangtze û Hanshui û li ser deşta Jianghan xwe belav dike. Di sala 1927'an de ji yekbûna sê bajarên mezin ên bi navê Wuchang, Hankou û Hanyang pêk hat. Li Wuhana îro zêdeyî neh milyon kes akincî ne û di warê aborî, çandî û siyasî de navendeke girîng e.
Wuhan 武汉 | |
Kargêrî | |
---|---|
Welat | Çîn |
Dûgel | Çîn |
Parêzgeh | Hubei |
Demografî | |
Gelhe | 19 milyon kes (2010) |
Erdnîgarî | |
Koordînat | 30°35′14″Bk 114°17′17″Rh / 30.58722°Bk 114.28806°Rh |
Dem (UTC) | UTC+8 |
Agahiyên din | |
Koda postayê | 430000–430400 |
Koda telefonê | (+86) 27 |
Seqa û hewaya herêmê bi mûsona subtropîkal e: havîn gelek germ in; payîz, zivistan û bihar jî bi hewayeke nerm û fênik in.
Bender û keştîgehên Wuhanê navdar in; zanîngeh, fabrîkên hesin, pîşesaziya hevrîşin û loke, û bazirganiya çayê li herêmê girîng in.
Di salên 1920'î de sentera rêxistina komunîst a Kuomintang bû, ya ku li dijî Chiang Kai-chek şer dikir.
Karantînakirina Hubeiyê, 2020
Nexweşîna Koronavîrusê 2019
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Wuhan, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.