Hubei (çînî: 湖北, Húběi) parêzgeheke ku li herêma navîn a Çînê ye.
Ew navekî kevnar e ku ji dema Xanedana Qin ve heta niha hatiye bikaranîn. Navê Hubei tê wateya "bakurê golê" . Hubei li bakurê Gola Dongting e. Paytexta Hubeiyê Wuhan e.
Hubei | |
---|---|
湖北省 | |
Hubei li ser nexşeyê | |
Koordînat: 31°12′Bk 112°18′Rh / 31.200°Bk 112.300°Rh | |
Dewlet | Çîn |
Merkeza îdarî | |
Îdarî | |
• Şaredar | Wang Xiaodong (2017–2021), Wang Zhonglin (2021–) |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 185900 km2 (71.800 sq mi) |
Nifûs | 57.752.557 (2020) |
Dem | |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Cîranên Hubeiyê li bakur Henan, li rojhilat Anhui, li başûr-rojhilat Jiangxi, li başûr Hunan, li rojava Chongqing û li bakur-rojava Shaanxi ye. Bendava sê Goravan (Three Gorges Dam), ku bendava herî mezin a dinyayê tê hesibandin li rojavayê Hubei yê li Yichangê ye. Beşeke mezin ji parçeyên hundir û rojhilatê Hubei, li ser rastiya Jianghanê ye. Ber bi rojava ve, erdnîgarî çiyayî ye û çend rêzeçiya hene, wek rêzeçiyayê Wudang.
Ji ber ku berê welatekî bi navê "Dewleta Chu" li vir hatiye damezrandin, bi awayeki ne fermî ji Hubei ra "Chu" jî tê gotin. Wekî din, Hubei bi gelemperî wekî "warê mesî û riz" tê binavkirin. Berhemên çandiniyê riz, genim, pembû û çay ye. Li Hubeiyê, pîşesaziya otomotîv û metalurjîk û tekstîl heye. Shennongjia ku herêma daristanî ya Hubeiyê ye, herêmeke girîng a çandî ye.
Rûerdê parêzgehê 185.900 km² ye, hejmara niştecîhan 58.500.000 e.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Hubei, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.