Le Monde diplomatique (ji aliyê xwendevanên fransî weke Le Diplo tê binavkirin) mehnameyeke fransî ye ku li ser anlîz û şîroveyên li ser siyaseta navnetewî û mijarên çandî radiwestê.
Hejmara yekê (ya zimanê fransî) di gulana 1954'an bi slogana "dîplomasiya kevn - dîplomasiya nû" derket. Îro tiraja Le Monde diplomatique 300.000 e. Tevlî çapa bi 16 zimanên din (tevlî versyonên înternetê 26) tiraja mehnameyê li seranserê cîhanê derdora 2,2 milyon e.
Le Monde diplomatique | |
---|---|
Logoya Le Monde diplomatique | |
Welat | |
Dewlet | Fransa |
Ziman | Fransî |
Dema avabûnê | |
Dema destpêkirinê | |
Damezrîner | |
Cihê baregehê | |
Weşanxane | |
Cihê weşandinê | Parîs |
Xelat | |
Nerîna siyasî | Siyaseta çepgir |
Îdeolojiya siyasî | Globalîzasyona alternatîv, sosyalîzma demokratîk û anti-imperialism |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Di mijdara 2009'an Le Monde diplomatique bi kurdî jî dest bi çapa kir. Le Monde diplomatique kurdî ji aliyê şîrketa IKMG (Independent Kurdish Media Group) tê çapkirin.
Li Afrîka Başûr tevlî kovara Die Vrye Afrikaan.
Çapa almanî ji gulana 1995'an ve tevî rojnama taz her îneya duyem di mehê de bi tiraja 56.000 derdikeve. Lê çapa almanî serbixwe jî derikeve.
Ji mijdara 2009'an ve Le Monde diplomatique bi herdu zaravên kurdî, kurmancî û soranî, tê çapkirin. Çapa soranî li Başûrê Kurdistanê û çapa kurmancî jî li Ewrûpa tê belavkirin. Tiraja çapa kurmancî 3.000 e.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Le Monde diplomatique, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.