Kubîlay Xan, wekî jî Qubîlay Xan, Kublay Xan an jî Setsen Xan (bi mongolî: ᠬᠦᠪᠢᠯᠠᠢ ᠰᠡᠴᠡᠨ ᠬᠠᠭᠠᠨ; tîpên latînî: Kublai Sezen Chaan, 23ê îlona 1215 di împeratoriya Mongolî - 18ê sîbata 1294 li Pekîn, xanedana Yuan) neviyê Cengîz Xan bû û xanekî mongol di sedsala 13ê e, ku di sala 1271an xanedana Yuan damezrîner kir.
Kubîlay lawikê Tuluy bû, lawikê çaremîn ji Cengîz Xan û pêk re jî birayê Mongkê Xan. Ew nebiyê Tîmûr Xan bû.
Împeratorê Çînê Xanedana Yuan | |
---|---|
- | |
Temür Khan (en) |
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Cihê goristanê | Burkhan Khaldun (en) |
Navê rastî | ᠬᠦᠪᠢᠯᠠᠢ û Хубилай |
Noms posthumes | ᠰᠡᠴᠡᠨ ᠬᠠᠭᠠᠠᠨ, Сэцэн хаан, 聖德神功文武皇帝 |
Nom de temple | 世祖 |
Hevwelatî | |
Pîşe | Leşker |
Malbat | Borjigin (en) |
Bav | Tolui (en) |
Dê | Sorghaghtani Beki (en) |
Xwişk û bira | |
Hevjîn | |
Zarok | |
Payeya leşkerî | Army general (en) |
Kubîlay di ciwaniya xwe de bi zimanê Çînî fêr bû û pîr bi çanda Çînî va eleqedar bû. Birayê wî Mengu, ku di sala 1251an de wek serwerê Mongol hate hilbijartin, Kubilay şand welatên rojhilat û Hulagu jî ber bi welatên rojavayî şand. Dema ku Kubîlay li herêmên başûr (Çîn) bû rêveber, wî bi rêveberiya xwe ya adîl bal kişand.
Kubîlay pêşî bi artêşeke mezin Xi'an hilda. Wî parêzgerên mezin yên Çîn ê yek bi yek bi dest xist. Di sala 1258an de, ew gehişte herêmên Yunnan û Sichuan. Di sala 1259an de nûçe ya mirina Mengu Xan hilda. Lêbelê, Kubilay dorpêça xwe li Wuhan berdewam kir. Paşta venegerya. Di vê navberê de, dema ku ew fêr bû ku birayê wî Arik Boke hewl dide ku text bi dest bixe, wî bi xanedana Song re aştî îmze kir û artêşê xwe zivirand Mongolya. Di sala 1260an de, Kubilay û birayê wî, xwe wekî Xan îlan kirin. Têkoşîna dû birayan 3 sal berdewam kir û bi serkeftina Kubilay bi dawî bû. Lêbelê, parêzgarê Yizhou ku sûd ji van tevliheviyên navxweyî qirt, li hember serdestiya Mongolan serhilda. Kubilay bi hêsanî ev serhildan têkbir. Lê ji ber vê bûyerê, Kubîlay bawerîya xwe bi neteweya Han ra winda kir. Pîştî ku bu împerator, di rêvebiryêda cîh neda neteweya Han.
Kubilay Xan xanedana Yuan li Çînê damezrand û di navbera 1271an û 1294an de desthilatdarî kir. Paytexta xanedanê Beijing bû. Wî di sala 1279an de xanedana Song bi dawî kir û Çîn kir yek parçe. Sînorên dewleta Kubilay heta Îran û Polonya belav bû. Kubilay Xan di serdegirtinên xwe yên li ser Japon û Viyetnamê de serfiraz ne bû. Wî li Burmayê serkeftinek mezin bi dest xwe xist. Kubilay Xan di 1293an de berve Îndonezya yê çu û Java bi dest xist.
Kubilay Xan avakirina Kanala Mezin a Çînê berdewam kir. Vê piştgirî da pêşveçûna hunera çînî. Di dema wî da, cara yekemîn li Çînê pereyê kaxiz hat bikar anîn.
Di dema Kubilay de gelek kesên Ewropî çûn serdana Çîn ê. Di nav wan de yê herî navdar Marco Polo ye. Marco Polo di derheqê qesra wî da, jiyana li wir û pergala bacê de agahdarî peyda kir.
Kubilay Xan di sala 1294an de dema ku 78 salî bû mir.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Kubîlay Xan, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.