Xanedana Song (bi çînî: 宋朝, Sòngcháo) xanedaneke ku di navbera 960-1279an de li Çînê hukumdar bû.
Xanedana Song | |
---|---|
Parzemîn | Asya |
Paytext | |
Dema avabûnê | |
Dema destpêkirinê | |
Dema bidawîbûnê | |
Pêk tê ji | |
Birêvebirin | |
• Awayê birêvebirinê | Keyîtî |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Zhao Kuangyin, generalê Xanedana Dereng ya Zhou, serhildanek li bajarokê Chen Qiao dest pê kir, xwe di 960an de xwe împerator Tai Zu îlan kir, û bingeha xanedana Song saz kir. Bi damezrandina xanedana Song re, serdema "Pênc Xanedan Deh Keyanî" bi dawî bû û dabeşkirina li Çînê bi dawî bû.
Xanedana Song bû du perçe (Xanedana Song ya Bakur, Xanedana Song ya Başûr). Heya ku ew di sala 1279an de ji hêla serhildana Yuan ve hate hilweşandin, bi tevahî 319 sal dom kir.
Xanedana Jin, ku dewleta Lyav di 1125an de hilweşandin, di 1127an de paytexta Sung Kaifeng dagir kir û împerator Hui Song û wêrisê wî Qin Zong revandin. Bi vê yekê, Xanedana Song ya bakur hate hilweşandin. Piştra, Zhao Gou, endamê malbata Song, li Yingtian, paytexta başûr a xanedaniyê (bajarokê Shangqiu îro li parêzgeha Henan) derket ser text û bû împerator Gao Zong.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Xanedana Song, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.