Kîklop (bi yewnanî: Κύκλωπες (pirjimar)) di mîtolojiya yewnanî de cinsekî dêwan e.
Zarokên Ûranos û Gaiayê ne. Kîklopan di eniyên xwe de bi tenê yek çav he ye. Jixwe navên wan tê wateya yek çavê. Karên hêsin û keviran dikin ji ber ku gelek bi quwet in. Rijdbûna wan jî ji ber xebatên wan peyda dibe.
Kîklop Κύκλωπες | |
---|---|
Agahiyên kesane | |
Dê û bav | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
“ | Piştre ax (Gaîa), kîklopan za, bi dilên har, Brontesê, Steropesê û Argêsê serqeda, -ku ew dabûn Zeusê birqan û brûskan- Bi her awayê dişîban xwedawendan ew Lê tenê çavekî wan hebû di enîya wan da. Yek çavê wan dabû wê navê ji wan re, Her dem dijwar û serkeftî bûn karên xwe de. (140-145) | ” |
— Teogonîa- Hêsîodos |
Piranî li ser ocaxa hesinê û alikariya xwedawend Hêfestos têne teswîrkirin. Tê bawerkirin ku dengên ji volkanan tên dengê xebatên kîklopan e.
Ûranos wan û hekatonxîran Tartarosê heps kiriye. Pir quwet bûn û xeter bûna wan bûye sebebê hepskirina wan. Zeus piştî Şerê tîtanan wan ji Tartarosê rizgar kiriye û wan azad kiriye.
Ji xeynî Brontes, Steropes û Argêsê Kîklopên din jî heye lê ew cinsekê din in û wek Kîklopên genc tên binavkirin. Kîklopên di nav Odîseyayê tê behskirin ji wê cinsê re mînak e.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Kîklop, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.