Tartaros mîtolojiya yewnanî de navê cihê herî nizm e.
Bin dinyaya binerdî ye û ji wê cûda ye. Li dîne yewnanî ya kevnar de ew dojehek e. Hesiod pirtûka xwe ya Teogonîayê de derheqê wî de wekî cihê cezakirinê behsê dike. Cinawir, Tîtan û fanîyên ku sucên bê efbûn çêdiken li wir tên cezakirin. Piştî Şerê tîtanan bi fermana Zeusê Tîtan li wir hatine hepskirin.
Dihat bawerkirin ku Tartaros di bin axa dinyayê û bi dîwarekî bronzê hatiye pêçandin. Heger hesinekî li ser rûyê erdê bête berdan li alîyê binerdê, encax di neh roj û neh şevan de bigihêje Tartarosê. Sê car zêde tarî ye. Di dawiya her tiştê li wir e, her dem bi mij e. Cihên qirêj û kufik ew qas kûr in ku di salekê nikarin bigihên binê wan ku xwedawend jî li wir ditirsin. Mirovekî bikeve Tartarosê di bin bandorê bayekî dibin. Ew ba gelek bi hêz e.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Tartaros, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.