Hêra (bi yewnaniya kevn: Ἥρα, lat. Hḗrā; bi latînî: Hera) an Hêrê (bi yewnaniya kevn: Ἥρη, lat. Hḗrē) di mîtolojiya yewnanî de şahbanûya xwedayan bû.
Hêra xwedawenda zewacê û jinên zewicî bû. Ew jin û xwişka Zeus bû. Sembolên wî tac, gopal û teyrê tawus.
Hêra Ἥρα / Ἥρη | |
---|---|
Perestvan | dînê Yewnanistana kevnare, mîtolojiya yewnanî |
Tekst | Îlyada |
Zayend | Mê |
Agahiyên kesane | |
Dê û bav | |
Xwişk û bira | |
Hevjîn | |
Zarok | |
Xanedan | Zeus |
Wekhev | |
Juno | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Dilsozî li ber wê pir girîng bû. Bi taybetî jî dilsoziya malbat û yên navbera jin û mêran li ba wê pir bi qiymet bû. Çaxê ku ne dilsoziyek navbeyna jin û mêran bidîta hêrs diba. Ev hêrs bûn jî karaktera wê kirye karakterekî gelek dijwar. Mirovan jî di derheqê ne dilsoziya da her tim ceza dikir. Bûyina şahbanûya xwedawenda û bedew bûnê bedena wê, wê dikir xwedawendeke gelek qurre.
Li Samosê ango Argosê hatiye dinyayê. Ew jî wek xwişk û birayên xwe wextê hatiye dinyayê aliye bavê xwe, hatiye xwarin. Zeus wê ji bavê wê xilas kir. Destê Okeanos û yên Têtîsê tê xwedîkirin û mezinkirin. Paşî Zeus ra zewicî. Di nav nemiran de jina Zeus ya esil û ya dawî ew bû.
Sê zarokê Zeus û Herayê çêbû. Ew Arês, Îlîtiya, Hêbê ne. Zarokekî din ya Herayê çebû, ew ne ji Zeûsê ne ji kesî bû. Hera bi xwe bê tekilî çêkir kurê xwe Hêfestosê. Ew bû xwedawenda hesinkar.
Ev gotara têkildarî mîtolojiyê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Hêra, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.