Gazên serayê, gazek e ku enerjiya radyanê di nav rêza infrasor a termal de vedihewîne û belav dike ku dibe sedema bandora serayê.
Gazên serayê yên sereke yên di atmosfera dinyayê de, dûkel a avê (H2O), karbondîoksît (CO2), metan (CH4), nîtrooksîtê (N2O) û ozon (O3) e. Dema ku gazên serayê nebûna, germahiya navînî ya rûyê erdê dê li cihê 15 °C (santîgrat) ê, −18 °C, (santîgrat) bûya. Xeyn ji astmosfera dinyayê li atmosferên Venus, Mars û Tîtanê jî gazên serayê hene.
Xebatên mirovî ji destpêka Şoreşa Pîşesaziyê ve (li dora sala 1750an) tansiyona karbondîoksîtê ya atmosferê ji sedî 50 zêde kiriye, ji sala 1750an vir ve ji 280 ppm-an heta sala 2022an, gihîştiye 421 ppm-an. Herî dawîn berê 3 milyon sal giraniya karbondîoksîtê di atmosferê de wiha zêde bûye. Ev zêdebûn tevî vegirtin zêdetirî nîvê karbona heyî ya ku ji aliyê cûrbecûr jêderên karbonê yên xwezayî ku tê vegirtin, di çerxa karbonê de pêk hatiye.
Li gorî rêjeyên belavbûna gaza serayê ya heyî, dibe ku germahî bi 2 °C (santîgrat) zêde bibe, ku Panela Navdewletî ya Guherîna Avhewa ya Neteweyên Yekbûyî (IPCC) dibêje sînorê jorîn e ku heta sala 2050an ji astên "xetere" dûr bikevin. Piraniya belavbûna karbondîoksîtê ya antropogenîk ji şewitandina sotemeniyên fosîl, bi taybetî komir, neft û gaza xwezayî, digel tevkariyên zêde yên ji hilberîna çîmentoyê, hilberîna zibilê, birînên darên daristanan û guhertinên din ên di karanîna axê de tê.
Gazên serayê yên sereke (GSS) ku bi xwezayî di atmosferê de hene ev in:
Gazên serayê yên pîşesaziyê jî Halokarbonên wiha vedihewînin:
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Gazên serayê, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.