Şoreşa pîşesaziyê werçerxaneke mezin bû di rewşa teknolojî, civakî-aborî û kulturî ya Ewropayê da.
Ev werçerxan li dawiya sedsala 18ê û destpêka sedsala 19ê dest pê bû û heta evro jî wekî pîşesazîkirin berdewam e. Ev şoreş li Brîtanyaya Mezin dest pê bû û ber bi hemî welatên cîhanê belav bû. Li wî çaxî berhemanîna makîneyî cihê berhemanîna girêdayî karê destî yê karkeran girt. Şoreş bi zêdebûna berhemanîna makîneyî ya pîşesaziya pateyî, geşbûna teknîkên çêkirina asin û polayî û zêdebûna bikaranîna komir anko rejûya berîn dest pê bû.
Bikaranîna makîneya hilmê (dûkelê) agirê vê şoreşê xurttir kir.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Şoreşa pîşesaziyê, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.