Der Schwarm romaneke zanistî-xeyalî ya nivîskarê alman Frank Schätzing e.
Ew pirtûka şeşemîn û herî serkeftî ya nivîskarê ye. Pirtûk yekem car di sala 2004an de hate çap kirin û di demek kurt de bû bestseller. Mijara thrillera honaka zanistî xetereya hebûnê ya li ser mirovahiyê ye ku ji jiyanek deryayî ya nenas û aqilmend ve tê.
Der Schwarm | |
---|---|
Welat | |
Ziman | Almanî |
Dema weşandinê | 2004, 2008 |
Nivîskar | |
Cure | Roman |
Şêwe | Techno-thriller, Honaka zanistî û thriller |
Mijara sereke | Marine biology |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Di pêşgotin û "Beşa Yekem" a romanê de, mirovên li çaraliyê cîhanê li herêmên cuda her ku diçin bi êrîşên ji deryayê re rû bi rû dimînin. Di destpêkê de tenê bûyerên piçûk pêk tên, ku meriv dibêje qey ne girêdayî hev in: melevan rastî êrişî segmasiyan an komên jellyfish tên, an keştî bêyî ku sedem diyar bibe dikevin bin avê. Li peravên rojavayê Kanadayê jî balîna awayekî berbiçav êrîşkar in û keştiyan bi tevahî dixin bin avê. Li Norwêcê, koloniyên kurmikan qeraxa parzemînê bêîstîkrar dikin, û di encamê de tsunamiyek çêdibe, ya ku deverên peravê yên Ewropayê wêran dike. Bi vî rengi, rewş her ku diçe girantir dibe û ji kontrolê derdikeve.
Tîmek krîzê ya ku ji zanistvan û artêşê pêk tê digihîje wê encamê ku hêzeke nenas ji kûrahiya deryayê hewl dide mirovahiyê ji deryayan derxîne an jî wan ji holê rake. Ji bo pêşîgirtina li felaketekê sefereke navneteweyî tê destpêkirin.
Der Schwarm heşt mehan li Almanyayê bû number-one bestseller û heta niha bi 18 zimanan hatiye wergerandin. Ew ji hêla gelek rexnegir û xwendevanan ve ji bo nûnertiya wê ya rast a biyolojiya deryayî, erdnasî, û jeofîzîkê hate pesend kirin.
Uma Thurman û hilberînerên alman Michael Souvignier, Ica Souvignier û Till Grönemeyer di gulana 2006an de mafên fîlmê yên The Swarm kirîbûn. Di 9ê gulana 2007an de hat ragihandin ku fîlmek li ser bingeha romanê di xebatan de ye. Ted Tally nivîsandina senaryoyê qedandiye û Dino De Laurentiis bû yek ji xêrxwazên darayî yên projeyê. Dîroka serbestberdanê wekî 2015 hate texmîn kirin, lê heta sala 2018an fîlm hîn di pêşkeftinê de bû.
Hevbendiyek weşanên giştî yên ewropî rêzefîlmeke TV ya bi navê The Swarm, ku ji hêla Frank Doelger û Mark Huffam ve tê rêvebirin, çêdike. HIlberîn wek rêzefîlma alman ya herî biha tê hesibandin. Tê de Cécile de France, Sharon Duncan-Brewster, Joshua Odjick, Takuya Kimura, Kari Corbett, Jack Greenlees, Lydia Wilson, Krista Kosonen, Takehiro Hira û Rosabell Laurenti Sellers hene. Ew di sibat û adara 2023an de hate berdan.
Ev rûpel bêkategorî ye. Ji kerema xwe kategoriyan li vê rûpelê zêde bike û alîkariya Wîkîpediyaya kurdî bike. (adar 2024) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Der Schwarm, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.