Fîlm an jî 'Niwênt' , ji teknîka tomarkirina wêneyên bi liv (tevger, hereket) û dengpêvekirina wan pêk tê.
Di sînemayê de bingeha xebatê digire. Di serdema nû de teknîkên fîlm û fîlmkişandinê, anîmasyon hwd gelek bipêşketine.
Bihereketkirina wêneyên du ber di sala 1860'î de gengaz dibe. Alaveke hate çêkirin ku tenê dema mirov wekî dûrbînê lê binêriya dikaribû temaşebike. Bi gelek ceribandinan di sala 1880'î de bingeha teknîka îro hate avêtin. Fîlmê bi naverok ê yekê Le Voyage dans la Lune (Rêwîtiya heyvê) bi heman teknîkê di sala 1902'î de ji aliyê Georges Méliès ve hate çêkirin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Fîlm, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.