Bûyer
Kurdistan
- 1947 – Serokê Komara Kurdistanê ya Mahabadê Qazî Muhammed, Wezîrê Parastinê yê Komarê Mihemed Hûseynê Seyfî Qazî, û endamê parlemena Îranê Sadrî Qazî ku di heman demê de biryarê Qazî Mihemed bû, li Meydana Çarçira ya Komara Mahabadê hatibû îlan kirin, hatin dardekirin. Ev dîrok li gorî salnemya Seyfî dibe, 10ê meha 1ê 1326.
- 2016 – Li Amedê, hêzên HPG'ê bi erebeya bombekirî erîşî polîsên tirk kirin. Di encamê de 7 polîs mirin û 13 jê polîs 27 kes brîndar bûn.
Cîhan
- 1651 – Li Perûyê erdhejeke dijwar qewimî.
- 1745 – Cihû ji Pragê hatin dertixûbkirin.
- 1880 – Cara yekem bi temamî bi elektrîkê bajar hate ronîkirin.
- 1889 – Barûya Eyfelê ya li payexta Fransa, Parîsê, hate vekirin.
- 1918 – Ji bo sûdwergirtina ji tava-rojê pergala katjimêra havînê cara yekem li Amerîkayê hate pêkanîn.
- 1923 – Yekem maratona dansê li New Yorkê bi dirêjahiya 27 saetan hate kirin.
- 1948 – Endamên rêxistina kontr-gerîlla Hanagahê trena Hayfa-Yafayê rûxandin, di encama bûyerê de 40 filîstînî mirin.
- 1986 – Balafira rêyên-hawayê ya Meksîkayê, Boeing 727 kete xwarê, 167 kes mirin.
- 1991 – Xelkê Başûrê Kurdistanê ji ber êrîşên dewleta Îraqê, dest bi koçberiyeke mezin kirin ku bi milyonan kes ji cih û warên xwe bûn û derketin dervehî sînoran.
- 1991 – Pakta Warşovayê hate fesihkirin.
- 1992 – Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, firotina lewazimên leşkerî û balafiran li Lîbyayê qedexe kir.
- 1991 – Li Tirkiyeyê 10 hezar û 500 karkerên endamê sendîkaya Hava-Îşê dest bi grevê kirin.
- 2000 – Aş û dûman ji Ûsûyê derket.
Jidayikbûn
Mirin
Cejn û salveger
- Roja bîranîna Şehîdên Kurdistanê
Çavkanî
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article 31ê adarê, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.