Çiyayê Elbrûs (bi rûsî:Эльбрус), bi 5642 m bilindayî ve çiyayê herî bilind ê çiyayên Qefqasê û ê Rûsyayê ye.
Çiyayê Elbrûs stratovolkaneke bi du bandevî ye.Di navbera van her du bandevan de 1500 m dûrayî heye.Di heman katî de jî Çiyayê Elbrûs, piranî bi qeşem ve rûgirtî ye. Her wiha ew bi qeşema 145 km²î nixamtî ye.
Çiyayê Elbrûs | |
---|---|
Çiyayê Elbrûs | |
Bilindayî | 5642 m m |
Cih | Qefqasya, Rûsya, Ewrasya |
Sala Rapelikînê | 22yê Tîrmeha sala 1829 |
Zincîreçiya | Çiyayên Qefqasê |
Koordînat | 43°21′18″Bk 42°26′21″Rh / 43.35500°Bk 42.43917°Rh |
Nexşeya cihan Gurcistan | |
Cure | Stratovolkan |
Eger Qefqasan wek tixûbê Ewropayê bihatana pejirandin, Çiyayê Elbrûs niha çiyayê herî bilind ê Ewropayê dibûn.
Elbrûs, 11 km li bakurê Gurcistanê û nêzîkî 270 km li bakurê rojavaya Tbîlîsî dur e.
Gelek salan di mijara parzemînê de gengeşî hatiye kirin. Hin kes dibêjin ku Çiyayên Qefqasê di navber Asya û Ewropayê de tixûb e.Ji ber vê yekê Çiyayê Elbrûs, çiyayê herî bilind ê Ewropayê ye.Hin kes jî vê ramanê qebûl nakin.
Di dîrokê de tixûbê Ewropa û Asyayê gelek caran guheriyaye. Ji ber vê yekê bi hêsanî biryar nayê danîn.
Rapelikîna yekem a li bandeva Rojhelatê di 22yê Tîrmeha sala 1829an de ji aliyê Killar Haçirov ve hatiye pêkanîn. Rapelikîna yekem a li bandeva Rojavayê jî di 28ê Tîrmeha sala 1874an de ji aliyê Frederick Gardiner, Florence Crauford Grove, Horace Walker û Peter Knubel ve hatiye pêkanîn.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Çiyayê Elbrûs, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.