Navaho yan jî navajo (bi zimanê navaho: Diné bizaad) zimanekî ji malbata zimanên atabaskî ye.
Xelkê navaho li başûrê rojavayê DYAyê dijî, bi taybetî li Arîzona û Nû Meksîkê. Zimanên atabaskî jî bi eslê xwe zimanên Kanada û Alaskayê ne.
Navaho | ||
---|---|---|
Diné bizaad | ||
Welatên lê tê axaftin | DYA | |
Herêm | Arîzona, Nû Meksîk, Utah, Kolorado | |
Axiverên zimanê zikmakî | 170.717 (2007) | |
Malbata zimanî | Deneseyî
| |
Şiklê kevn | ||
Kodên zimanî | ||
ISO 639-1 | nv | |
ISO 639-2 | nav | |
ISO 639-3 | nav | |
Belavbûna navahoaxêvan li DYA'yê. |
Zimanê navaho yê herî mezin ê di navbera Xwecihên Amerîkayê de ye. Di sala 2007an de hejmara navahoyan 170.717 kes e. Piraniya navahoaxêvan li parêzgeha Navajo Nation dimînin, ji wan 2,9% ji xeynî zimanê xwe yê zikmakî tu zimanê din nizanin. Bajarên ku tê de hejmara herî mezin a akinciyên navaho ne ev in: Farmington (16,5%), Gallup (12%), Flagstaff (10,3%) û Albuquerque (5,4%).
Bi navaho | Bi kurdî |
---|---|
Yáʼátʼééh! | Rojbaş! |
Haashyitʼéego kééhótʼį´? | Tu çawan î? |
Yáʼátʼéego kééhashtʼį´. | Ez baş im. |
Nishąʼ? | Tu? |
Yáʼátʼéehgo. | Ez jî baş im. |
Aooʼ | Erê |
Dooda | Na |
bááh | nan |
tłʼohchin | pîvaz |
tó | av |
chʼil gohwééh | çay |
gohwééh | qehwe |
ahéheeʼ! | sipas! |
Daʼ diné bizaadísh bee yáníłtiʼ? | Tu bi navaho dizanî? |
Daʼ kʼóódii bizaadísh bee yáníłtiʼ? | Tu bi kurdî dizanî? |
Áłchʼį´į´dígo bee yáshtiʼ. | Ez hindik dizanim! |
Ayóí ánóshʼní! | Ez ji te hez dikim! |
Hágoóneeʼ! | Bi xatirê te! |
Wîkîpediya bi zimanê îngilîzî (18.08.2011).
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Zimanê navaho, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.