Taksî an texsî, amyara veguhastinê ya bi destûra zagon û norman, bi bedêlî xizmeta mirovan dike ye.
Taksî tên kirêkirin. Pirranî di nava bajaran de dixebitin. Li pirraniya welatan, ajokerên taksiyan, bi bawernameyên bazirganiyê yên xwerû bo taksîvanan tên dayîn dixebitin.
Li her welatê rengeke wan heye, reng hatine standardkirin. Li Bakurê Kurdistanê rengê wan zer in. Li Almanyayê divê otomobîlên bo taksiyan werin bikaranîn, ne kevn û ne erzan bin.
Amyara bo taksiyê tê bikaranîn dikare bêmotor jî be. Li Çîn, Hindistan û gelek welatan taksiyên di forma duçerxe, sêçerxeyan de ne gelek in. Hin taksî hene bi destan tên tehm dan an kişandin. Lê gava mirov behsa taksiyan bike, bi giranî yên bimotor tên bîra mirov.
Taksî pirranî di forma mînîbusan de bin jî, wekî taksî dikare mîdîbus an amyareke din bê bikaranîn. Berê li Kurdistanê taksiyên bi hespan dihatine kişandin navdar bûne. Bi taybetî li Wan, Amed, Mûsil, Xarpêt, Dîlok û Erzîromê taksiyên bi hespê dihatin kişandin gelek bûne. Niha nemane.
Li hin welatan, taksî bi gelemperî bi rengek diyar têne boyax kirin da ku ew li ser rê bisekinin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Taksî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.