Sala Nû ya Çînê (bi çînî: 春节, Chūnjié) mîhrîcaneke girîng a Çînê ku di destpêka salnameya kevneşopî ya heyvrojê ya çînî da tê pîrozkirin.
Pîrozbahî ji êvara roja yekem dest pê dike û heta 15ê meha yekem berdevam dike. Roja yekem a sala nû di navbera 21ê kanûna paşîn û 20ê sibat ê da, gorî heyva nû tê tespîtkirin.
Sala Nû ya Çînê | |
---|---|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Mîhrîcana Sala Nû xwedî paşînek sedsalî, mîtolojî û kevneşopiyên cûda ye. Mîhrîcan ji bilî Çînê, li welatên ku çînî tê da hene jî tê pîrozkirin. Ango li Hong Kong, Macau, Taywan, Singapûr, Taylenda, Kamboçya, Îndonezya, Malezya, Maurîtius û Fîlîpînê jî tê pîrozkirin. Sala nû ya Çînê ji hêla çîniyan ve wekî betlaneyeke girîng tê hesibandin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Sala Nû ya Çînê, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.