Rêxistina (yan eniya) rojnamevanên tixûbnasneker, RSF (ji Fransî.
Reporters sans frontières – RSF) eniyeke navneteweyî ya rojnamevanên serbixwe û doza azadiya agahî û ramanê dikin e.
Sazî sala 1985'î de ji aliyê Robert Ménard ve bi fîlozofiya 19emîn xala Danezana Mafên mirovan a Gerdûniya azadiya agahiyê deklare dike, tê damezirandin. Bingeha xwe ji saziya bijîşkan a bi heman navî digire.
Li dijî sansûr, pêkutiyên fermî û zagonî, darizandin û zîndanîkirina rojnamegeran, bi kurtî ji bo azadiya çapemeniyê têdikoşe. Navenda sekreteriya wê li Parîsê ye. Xwe li seranser parzemînan birêxistin kiriye.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article RSF, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.