Protokola Kyotoyê (bi îngilîzî, Kyoto Protocol) yek ji hevpeymanên girîng ên navneteweyî bo parastina xwezayê ye.
Di 11ê kanûna pêşîn a 1997an de li bajarê Kyotoya Japonyayê hatiye daxkirin. Lê di 16ê sibata 2005an de rewa bûye. Heya niha 169 welatan ev hevpeymana navnetweyî pejirandine.
DYA bi tundî li dijî vê protokolê derdikeve. Hin welatên ku qîmetê nadin xweza, tendirustî û devedorê jî (wekî Iraq) hêj îmze nekirine. Bi vê protokolê kêmkirina gazên ku ziyaneke mezin didin xwezayê wekî karbondîoksît, metan hwd tê xwastin.
Ev protokol di bin parastina NY de ji aliyê dûgelan ve tê birêvebirin. Welatê ku him îmze kiribe û him jî peywirdariyên xwe bicih neyne, bi 30% zêdetir kêmkirina radeya qirêjiya welatê xwe tê cezakirin. Mixabin hin welat wê neyên cezakirin (Çîn hwd).
Herêma Federal a Kurdistanê (Kurdistana Başûr) jî wekî birêvebiriya giştî ya Iraqê, hêj ev hevpeymana navneteweyî îmze nekiriye[çavkanî hewce ye].
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Protokola Kyotoyê, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.