Cot in, ji bo porkirin, parastina lingan û aksesûarê ne.
Berê li Kurdistanê li her derê goşkar hebûn, ango pêlavçêker. Çarox û midas didirûtin. Lê sol ango pêlavên nûjen derketin, îcar goşkaran ew çêkirin.
Ferhengoka pêlavê
Midas, pêlavên bi destan tên dirûn, pêlavên herî biqîmet, ji çermê ne, heger ji tiştekê din bin nabin midas
Sol, pêlavên nûjen, ji pêlavên binê wan bi hesinê dihatin perçînkirin, îro di wateya pêlav de tê bikaranîn lewra pêlavên berê êdî kêm mane, kondire
Şekal, pêlavên kevn, pêlavên para wan hatiye dewisandin, kutandin, pêlavên erzan û çorsane. Îdîa hene ku ev nav ê herî kevn e. Koka wê heya îraniya berê diçe. Ango navê pêlavan ê herî kevnar e.
Papûl, pêlavên zarokan, etaran difirotin, erzan ji naylon, plastîkê bûn, lê pêlavên zarokan îro ji gelek madeyan tên çêkirin
Goşkar, solbend, solçêker, pêlavçêker, pêlavfiroş
Soldank, cihê pêlav lê tên dayîn
Kilaş, ev pêlaveke taybet a kurdan e ku bi destan tê çêkirin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Pêlav, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses. ®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.