Orhan Kotan (jdb.
1944 - m. 1ê tîrmeha 1998an) siyasetmedar û nivîskarê kurd bû. Kotan serokê DDKO bû.
Orhan Kotan | |
---|---|
Jidayikbûn | 1944 |
Pîşe | |
Zarok | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Orhan Kotan, sala 1944î de li Milazgira a Mûşê hatiyê jiyanê. Perwerdeya xwe ya seretayî û navendî li Kurdistanê bidawî dike. Piştre diçe Enqerê û di Fakûlteya Ziman-Dîrok û Erdnîgariyê de dixwîne.
Bi bidawîkirina perwerdeyê re dikeve nav tevgera Dr. Şivan. Sala 1974î de tevlî nava refên DDKOyê, di heman demê de jî ew û hevalên xwe Weşanxaneya Komal dadimezirînin û dibe berpirsîyarê wê.
Sala 1976î de tev li lijneya nivîsarên Rizgarî (kovar) dibe û dibe teorîsyenek Rizgarî (tevger)ê. Her ew salê li Enqereyê tê girtin û heşt mehan di girtîgehê de dimîne.
Sala 1980î, beriya cûntaya leşkerî ya 12ê Îlonê ji welat derdikeve û diçe Ewropayê.
Li Ewropayê weşanxaneya Dengê Komal û Yekîtî (kovar)ê organîze dike. Di damezirandina Partiya Rizgariya Kurdistanê de cihdigire û redaktoriya Kurdistan Pressê dike. Heman salê, bo cara yekemin bi navê xwe dest bi nivîsandinê dike.
1991î de ji partî û hevalên xwe vediqete. Di tîrmeha 1998î de hezkiriyên xwe li pey xwe dihêle û jiyana xwe jidestdide.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Orhan Kotan, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.