Narsîsîzm tê wateya hezkiriyê xwe bûn.
Ango mirov maşûqê xwe dibe. Ev peyv ji efsaneyeke grekî tê. Nêçîrvan Narkîsos, rû nade Êxo ya wekî periyeke ciwan. Êxo bi dileke têr kul û êş ji Narkîsos hez dike. Roj bi roj ji êşa dilê xwe jar dikeve û dimire. Dema ew dimire çiya û kendal olan didin û ev peyva exo (olan) jî wisa dikeve hemî zimanan. Xwedayên li çiyayê Olîmpê rûniştine vê yekê dibînin û biryar didin ku nêçîrvan Narkîsos ceza bikin. Narkîsos ji nêçîrê vedigere. Gelek westiya û tî bûye. Radigihîje ji ava çem vexwe nişka ve xwe dibîne. Maşûqê xwe dibe. Ji wê rojê şunde êdî ji ber devê avê ranabe û ji eşqa xwe dimire. Ango cezaye xwedayan bicih tê. Li cihê ku ew dimire kulîlkên nêrgiz şîn dibin.
Narsîsîzm | |
---|---|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Gorî Sigmund Freud di her mirovî de kêm zêde narsîsîzm heye û heger pirr zêde nebe zirara wê nîne. Kesayetiyên wekî Adolf Hitler, Napoléon Bonaparte, Mustafa Kemal Atatürk jî xwedî narsîsîzmeke mezin bûne. Hemî dîktator kêm zêde wiha ne. Ji xwe zêdetir çavên wan kesî nabîne. Ezperest, tirsonek, zalim in lê bi tenê ne. Heger gotin an armancên wan bicih neyê wekî nêçîrvan Narkîsos hêdî hêdî dihelin û ji kerba dimirin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Narsîsîzm, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.