Keman, yek ji amûrên muzîkê yên herî bi nav û deng e, ya ku di muzîka klasîk de hatiye bikaranîn.
Ji zêdetirî 200 salî, keman bûye amûreya muzîkê ya herî girîg li kêleka piyano. Kevintirîn cûreyên kemana “Rebec” an jî “Rubébe” e. Keman berî vî rengê xwe niha di gelek rengan re derbas bû. Ta ku di sedsala 16-ê de li bakurê Îtalyayê gihşt vî rengî.
Muzîkjenên herî bi nav û deng di cîhanê de keman bi kar anîne, wek Bach, Beethoven û Mozart. Amûreya kemanê di her şevên senfoniyan de amade ne.
Başbûna kemanê li ser başbûna textê ku jê hatiye çêkirin disekine. Berî text bibe keman tê veşartin û zuha kirin, ji bo ku di pişre şeklê xwe neguherîne. Keman gelek car li ser hev tê boyax kirin, ya ku bandorek mezin li ser kalîteya deng dike. Îtalya bi çêkirina kemanan gelek bi nav û denge û bi taybet malbata Amati û Guarneri û malbata Stradivari. Lê di destpêka sedsala 18-ê de malbata dawî gelek ji kemanê guherî ta ku gihişt keman îroyîn.
Malpera KurdDOZ [1] Girêdana arşîvê 2011-04-30 li ser Wayback Machine
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Keman, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.