James Augustine Aloysius Joyce (z.
2ê sibatê, 1882 li Dublînê, Îrlenda – m. 13ê kanûna paşîn, 1941 li Zürich, Swîsre) romannivîs, helbestvan, û rexnegirê wêjeyî yê navdar yê îrlendî ye ko wekî yek ji nivîskarên herî bi bandor yên sedsala 20ê dihê hesibandin.
James Joyce | |
---|---|
Navê rastî | James Augustine Aloysius Joyce |
Jidayikbûn | 2ê sibata 1882an |
Mirin | 13ê kanûna paşîn a 1941ê (58 salî) |
Pîşe | Romannivîs, helbestvan, rexnegir |
Zimanê nivîsinê | Zimanê îngilîzî |
Netewe | Îrlendî |
Hevwelatî | Îrlenda |
Tevgera wejêyî | Modernîzm |
Berhemên navdar | |
| |
Şanenav | |
biguhêre |
Ew zêde ji ber romana Ulyssesê (1922) navdar e, ko awayekê nûdemanî anko modern yê Odîseya ya Homerî ye. Ji pirtûkên wî yên navdar yek jî komeka kurteçîrokan ya bi navê Dublînî ye. Romana wî ya bi navê Wîneyê Hunermendî Dema Hêşta Ciwan jî gelek navdar e[çavkanî hewce ye].
James Joyce di sala 1882an de li Dublîna paytexta Îrlendayê hatiye dinyayê. Ew mezintirîn zarok ji 10 zarokên mayî yên bavê xwe, John Stanislaus Joyce û dayika xwe Mary Jane Murrayê bû. Di dibistanên navdar de xwendiye (Cizvît). Bavê wî herdem serxweş bûye. Debara mala xwe daye şerab û roj bi roj ji aliyê aboriyê ve paş ve diçin û dikevin zorê. Çiqas diçe malbat feqîr dibe. Zarokbûna wî di nav xîzantiyê de derbas dibe. Li Zanîngeha Dublînê ji xeynê dersê olnasî û felsefeyê dersên zimanê jî ditiye. Rojên betlaneyan de wextê xwe zêdetir bi pirtûkxwendinê derbas kiriye. Di komeleya wêje û dîrokê de rolekî aktîv girtiye.
Heyranê Henrik Ibsen bûye. Ji bo ku şanoyê wî bi zimanê wê yê eslî bixwîne zimanê norwêcî hîn dibe. Li ser lîstikên Henrik Ibsenê ceribandineke dinivîse. Piştê rojbûna wî ya hejdeh salî ceribandin tê weşandin. Ji ber vê serkeftinê hestên nivîskariyê di nava wî de zêdetir dibe. Joyce hem bi edebiyatê re mijûl dibe hem jî ji bo aboriyê dixwaze bibe bijîşk. Li Dublînê dikeve dersên hekîmtiyê. Paşê dev jê berdide. Rexnegirî dike, dersên zimanê îngilîzî dide. Joyce li dijî zewacê bûye lêbelê evîndarê Nara dibe (ji ber daxwaza keça xwe di sala 1931an de bi Nara re dizewice). Wê qanî dike û bi hev re ji Îrlendayê derdikevin û diçin Awistirya-Mecaristanê. Piştê vê diçin Romayê. Li wir mamostetî dike, li ser wêjeya ewropî dixebite û sembolîzm û realîzm bala wî dikişîne. Dema ku em bibêjin Dublîn Joyce tê bîra mirov. Têkiliya wêje û bajaran.
Nivîskarê îrlendî James Joyce di 13ê kanûna paşîn a 1941ê de li Zürichê (Swîsre), piştî ku rûviya wî hatibû qulkirin, li nexweşxaneyekê çû ber dilovaniya xwedê. Ew li goristana Fluntern ya Zürich veşartî ye.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article James Joyce, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.