Herîkîna piroklastîk, herikîna bilez a gaza germ û madeyên volkanîk e (ku hemî bi hev re wekî Tephra tê binavkirin) ku bi leza navînî 100 km/s ji volkanekî li erdê diherike û dikare bigihîje leza 700 km/s ê.
Germahiya vî gaz û tephrayê dikarin bigihîjin germahiya bi qasî 1000 °C e.
Herikîna piroklastîk ji hemû xetereyên volkanîkî, xetereyên herî kujer in û di encama reşandina bi teqînan re çêdibin ku bi awayekî normal digihîje erdê û bi berjêra erdê ve diherike yan jî bi paralela gravîtasyonê (hilkişîna erdê) ve tê belavkirin.
Peyva piroklastîk ji peyvên zimanê yewnanî πῦρ (pýr), tê ku tê wateya "agir" û ji peyva κλαστός (klastós), ku tê wateya "perçe perçe" hatiye wergirtin.
Herikîna piroklastîk celebek herikîna gravîtê ye ku di wêjeya zanistî de carinan ew bi kurteya îngilîzî Pyroclastic Density Current (PDC) tê binavkirin ku tê wateya herikîna zêde ya piroklastîkê.
Mekanîzmayên curbicurên ku dikarin herikîna piroklastîk çêbikin hene:
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Herîkîna piroklastîk, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.